Di ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê re 3 sal bihurîn. Dewleta Tirk a dagirker 20'ê Çileyê 2018'an êrişên xwe dan destpêkirin û piştî berxwedaneke 58 rojan a Efrîniyan, YPG û YPJ´ê 18´ê Adara 2018´an kete destê dagirkeran. Pirraniya Efrîniyan neçar man ji ber zilma dewleta Tirk û çeteyên wê Efrînê biterikînin. Rojnamevan Sozda Oremar dibêje, dewleta Tirk, Efrîn ji bo DAIŞ'ê kiriye wekî bajarê Reqayê. Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo jî dibêje, li Efrînê mafên mirovan hemû hatine binpêkirin û tên binpêkirin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), piştî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê talankirin, wêrankirin, xerakirin û kuştin li Efrînê peyda bûye û pirr zêde bûye. Rêxistina Mafên Mirovan di 30'ê Çileya 2021'an de daneyên 3 salan parve kirin: Di êrişan de 613 kes şehîd bûn. 498 kes di bombebaranê de şehîd bûn. 82 kes piştî hatin girtin, bi êşkenceyê hatine şehîdkirin. Di êrişan de 303 zarok û 213 jin, bi giştî 730 kes birîndar bûn.

Di nava 3 salan de li Efrînê hezar jê jin 7 hezar kes hatin revandin. Mirov ji bo fîdyeyê hatin revandin û îro jî bi aqûbeta gelekan nayê zanîn. Li gorî daneyên rêxistinê, 75 jin hatine qetilkirin û çeteyên dewleta Tirk dest avêtine 69 jinan. Aqûbeta gelekan ji wan jî ne diyar e. Di hevpeyvîna me ya Sibata bihurî de Îbrahîm Şêxo gotibû, ew herî zêde xwe digihînin ji sedî 20´ê binpêkirinan, ji ber ku gelek kes ditirsin behsa zilmê bikin. 
 
Kurd li Efrînê qir kirin

Serjimara Efrînê beriya dagirkeriyê ji sedî 90 Kurd bû, piştî dagirkeriyê, qederê 300 hezar welatiyên Efrînê koçî Şehbayê kir. Dewleta Tirk jî çete û malbatên wan ji Idlib, Hema, Humus, Xuta, Lazqiye kişandin Efrînê. Îro rêjeya Kurdan li bajêr nagihîje ji sedî 20´an. Bi vî awayî erd,mal û milkê Kurdan jî hat talan kirin.

Dewleta Tirk li dibistanan wekî din Kurdî qedexe kir û dersên tirkî dide. Bi guherandina navên meydan û deveran jî hewldanan wê ya tirkkirinê dewam dike.

Dewleta Tirk zeytûn û berhemên zeytûnan jî talan dike; difiroşe welatên Ewrûpa û Emerîkayê. Wekî din wê û çeteyên wê 314 hezar û 400  darên zeytûnan birrîn.

Rojnameger Sozda Oremar ji MA´yê re dibêje, "Armanca vê êrişê talankirin, wêrankirin û dagirkerî bû. 3 sal in ev yek xuya dibe. Di nava 3 salan de demografiya Efrînê guherandin. Beriya dagirkeriyê Efrîn bajarê jinê bû. AKP'ê dijminatiya li dijî jinê li Efrînê nîşan da. Piştî Efrîn dagir kirin, her roj dest diavêjin jinê. Tenê ji ber nasnameya Kurdî dest diavêjin jinan û wan qetil dikin. Piştî ku Tirkiye ket Efrînê, wê Efrîn kir Mîna Reqayê, kir warê DAIŞ'ê. Tirkiye Efrîn ji bo DIAŞ'ê kir wekî Reqayê. Niha Efrîn ji bo jinan bûye dojeh."

NAVENDA NÛÇEYAN