Efganî û DAIŞ’iyan didin şer kirin

Çarşem 24 Çile 2024 - 01:30

Di sala 2023'an de 2 milyon û 505 hezar û 297 kes ji Îranê derbasî Tirkiyeyê bûn û xwe li Tirkiyeyê girtin. Piraniya wan jî penaberên Efgan û Pakistanî bûn. Efganên penaber piştî ku demekê li Rêveberiya Koçê ya Bajarê Wanê hatin ragirtin, hatin dersînorkirin û ber bi welatê wan ve hatin şandin. Lê belê endamên artêşa Efgan ên ji rêveberiya Talîbanê reviyan û endamên DAÎŞ-Horasan ên weke baskê Efganistanê yê DAÎŞ'ê tê naskirin, bi rengekî cuda hatin pêşwazîkirin.

Di sala 2021'ê de piştî ku DYE xwe bi temamî ji Efganistanê vekişand, Talîbanê rêveberî bi temamî xiste destê xwe. Yên ku ji zilma Talîbanê reviyan, di ser Îranê re derbasî Tirkiyeyê bûn. Endamên artêşa Efgan jî li şûna ku li hemberî Talîbanê şer bikin, ji welêt reviyan û bi giranî koçî Ozbekistan û Tacîkistanê kirin. Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Ozbekistanê de hate gotin, şêniyên Efgan ku leşker jî di nav de bûn, ên piştî serweriya Talîbanê ji Efganistanê reviyan û koçî Ozbekistanê kirin, piştî ku du rojan man welat terikandin û derbasî welatekî sêyemîn bûn. Di daxuyaniyê de navê welatê sêyemîn nehate eşkerekirin. Hate ragihandin ku hejmara wan leşkeran jî 585 kes bû. Ji ber ku Wezareta Karên Derve ya Ozbekistanê navê welatê sêyemîn eşkere nekir, pirsa 'Gelo ew welat Tirkiye ye?' hate kirin. Li gorî agahiyan, leşkerên Efgan ên berê û endamên DAÎŞ'ê yên li Tirkiyeyê destpêkê bi navê staja bi dilxwazî têne xebitandin. Kesên ku li gorî pîvanên diyarkirî guncaw têne dîtin, li gorî bajarên tercîhkirî yên stajê li saziyeke cemaweriyê têne xebitandin. Endamên artêşa Efgan û endamên DAÎŞ-H ên ku bi vî rengî kirasekî qanûnî li wan tê kirin û têne rewakirin, destpêkê wan dişînin Erziromê. Piştî ku demekê lê wir dimînin, wan dişînin Baregeha Serdar Mete Yildirim a li ser sînorê Rojava. Ev kes li vê derê tevlî perwerdeya leşkerî têne kirin û li Rojava jî beşdarî şer têne kirin. Hate ragihandin ku kesên navborî li nava qaşo ‘Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê' ya ser bi dewleta Tirk têne bicihkirin.

ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.