• Li Fransayê ji duşema bihurî û pê ve, reklamên enerjiya fosîlê li şirketan hate qedexekirin. 

Li Fransayê ji duşema bihurî û pê ve, reklamên enerjiya fosîlê li şirketan hate qedexekirin. Yanî ew tenê dikarin reklama enerjiya ne fosîl bikin; reklama gaza xwezayî, petrol, benzîn, mazot û komirê êdî li Fransayê qedexe ye.

Tedbîra têkildarî reklamên enerjiya fosîlê, sala 2021'ê di çarçoveya Qanûna Hawirdorê de hatibû qebûlkirin.

Qanûna roja duşemê kete meriyetê. Gaza xwezayî tevî ku ji enerjiyên fosîl in, dikeve ber fitûyekê û heta 30'ê Hezîrana 2023’yan şirketên enerjiyê wê karibin reklama wê bikin.

Axir êdî li Fransayê wê wêne û dîmenên aşên ba, panelên enerjiya rojê ji carê bêhtir li ser panoyên reklamê yên dîjîtal û çapkirî xuya bikin. Di televîzyonan û medyayên mayî yên dîtbarî de jî wê rewş wiha be.

PARÎS