Êdî nebin hevkarê qirkirina Kurdan

Nûçeyên Dîaspora

În 5 Gulan 2023 - 01:21

DENIZ BABÎR/KOBLENZ

 

Ozgur A. li Elmanyayê ji ber fikrên xwe yên siyasî di hepsê de ye. Dadgehkirina wî li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê dewam dike û ew jî bi xala qanûna ceza ya Elman ya ji bo krîmînalîzekirina Kurdan 129b tê dadgehkirin. Di rûniştina pêr a doza wî de parêzerê wî Berthold Fresenius got, “Di salvegera 86´an a komkujiya Dêrsimê de komkujî û qirkirina li dijî Kurdan dewam dike. Êdî divê Elmanya dev ji hevkariya vê berde.”

Dozgerê Bilind ê Eyaletê dixwaze dadgeh 5 sal û 3 mehan cezayê hepsê li Ozgur A. bibirre. Rûniştina biryarê ya dozê jî wê 10´ê Gulanê be. Ozgur A. ji 30´ê Nîsana 2021´ê ve di hepsê de ye.

Parêzerê Ozgur A. Berthold Fresenius, çarşema bihurî weke beşek ji parastinê got, “Li vir mesele ne dozeke hiqûqî ye, biryareke siyasî tê bicihkirin. Ev biryara siyasî ji Tirkiyeyê ne qut e. Gava ku Kurd li dora mayeyên xwe yên polîtîk û çandî dicivin, te dît ku etîketa ‘terorîst’ li wan xistin.” 

Parêzer Fresenius, bi bîr xist ku muwekilê wî Ozgur A. ji Dêrsimê ye û wiha peyivî:  “Sala 1938´an bi hezaran Kurd, jin û zarok bi komkujiyan hatin kuştin. Ev komkujî yek ser hatin serê malbata muwekilê min. 

Kurd ketin ber komkujiyan, destketiyên wan hatin xesp kirin, siyasetvanên wan kirin hepsê, lê li vir em behsa wan nakin. Berevajî vê qanûneke ceza ya dijminê Kurdan dikin hincet û 5 sal û 3 meh cezayê hepsê li dijî muwekilê min dixwazin. Ev ne hiqûq e, ev rezalet e. Lazim bû doz betal bibe û tavilê muwekilê min serbest bibûya.”

 

Ma te pirsî çi hatiye serê Kurdan?

Parêzerê din ê parastinê, Rene Bans jî got, “Beriya vê dozê min parêzeriya mexdûrê êşkenceya rejîma Beesê kir. Heyeta dadgehê hingê hestyar bû beramberî tiştên hatine serê muwekilê min. Îro ez parêzeriya Ozgur A. yê Kurd li beramberê zilm û neheqiyê dikim. Ma ne ecêb e? Tiştên hatine serê wan weke hev in, lê ji ber ku mesele Tirkiyeyê, ti qîmeta wê namîne. Gava dozger dosyayê amade dikin, gelo hîç ji Kurdan dipirsin ‘tu çima ji Tirkiyeyê ne razî yî, çi hate serê te?’”.

 

Pişta zilma Tirkiyeyê digirin

Ozgur A. jî bi bîr xist ku wî di parastina xwe de behsa qirkirina Dêrsimê kiriye û wiha dewam kir: “Li Tirkiyeyê êşkence li min hat kirin. Hîna ji ber wê pirsgirêkên min ên trawmatîk hene. Tiştên ku behsa wan dikim tenê qismê xuya yê çiyayê qeşayî ye. Li dijî têkoşîna demokratîk a gel, dewleta Tirk zilma xwe dewam dike. Dewletên rojavayî, xwe li vê rewşê kerr û kor dikin. Em dizanin ku desteka xwe ya sîlehan ji bo Tirkiyeyê dewam dikin. Li dadgehên federal gelek Kurd ji ber sedemên siyasî hatin dadgehkirin û hîna jî tên dadgehkirin. Erdoganê dîktator wê 15´ê Gulanê sibehê biçe û têkoşîna bindestan wê bi ser keve. Hêvî dikim dewleta Elman li gorî vê rewşa nû siyaseta xwe piştî 15´ê Gulanê biguherîne. Ez têkoşîna xwe ya demokratîk ji niha û pê ve jî dewam bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.