• Di doza li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Bayernê de biryar hat dayîn ku nabe hilgirtina alayên YPG û YPJ´ê sûc bê dîtin.

Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Bayernê, biryar da ku nabe nîşandana alayên YPG/YPJ´ê sûc bê hesibandin. Kemal Goktepe yê ku doz bire mahkemê, got, “Êdî li Bayernê di çalakiyan de alayên YPG/YPJ´ê wê karibin bên hilgirtin.”

Li Bayernê dozgeriyê sala 2017´an ji ber ku wî di çalakiyeke li dijî dagirkirina Efrînê de alaya YPG/YPJ´ê hilgirtiye, doz vekiribû. Di doza li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Bayernê de biryar hat dayîn ku nabe hilgirtina alayên YPG û YPJ'ê sûc bê dîtin.

Kî biçe mehkemê bi ser dikeve

Kemal Goktepe bi bîr xist ku li eyaletê gelek doz hatine vekirin ji ber nîşandan û hilgirtina alayên YPG û YPJ´ê û wiha peyivî: “Gelek hevalên hingê doz li dijî wan hat vekirin, cezayê xwe qebûl kirin. Par doz li min hat vekirin. Min di doza pêşî ya li Dadgeha Eyaletê ya li Bayernê de ji wan bir. Lê ji bo ku ev bibe nimûne, hem ez, û hem jî dozgerî li ber biryarê rabû. Me doz bir Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Bayernê.”
Di rûniştina dozê ya doh de dadger tevahiya hincetên dozgeriyê red kirin. Kemal Goktepe got, bi vê biryarê tevahiya dozên li dijî xelkê wê bikevin û wiha peyivî: “Ji ber ku me helwêsta dewletê qebûl nekir, me doz bir dadgeha bilind. Me xwest xêra vê biryarê bide her kesî. Li cem rengên alayan posterên Ocalan hebûyana, yan jî sloganên ji bo PKK´ê bihata gotin, têkiliya wan bi PKK´ê re dihat danîn. Ev hincet hemû hatin pûçkirin.”

Em li ber xwe bidin em ê bi ser kevin

Qedexeyê xwe disipart giştînameyeke Wezareta Karê Hundir a Federal. Kemal Goktepe dibêje, bi vê biryarê, dadgehê gotiye, “ev hincet ne ferz in, tenê fikrên wezaretê ne. Di dadgeha pêşî de dadger gotibû, ‘Niha alaya tîma futbolê ya Bayern Munchenê û posterê Ocalan bê cem hev, ma em rabin alaya Bayerm Munchenê qedexe bikin. Ev biryar li vir hat dayîn, lê her kesê li Elmanyayê dikare vê biryarê weke mînak bi kar bîne û ji bo qedexe rabe têbikoşe.”

Kemal Goktepe rexne li Kurdan girtin ji ber ku kêm in di meseleya têkoşîna li dijî qedexeya PKK'ê de û got, “Em li ber xwe bidin em ê heqê xwe bi dest bixin”.

NAVENDA NÛÇEYAN