• Zekî xizmet kir hem ji civaka xwe re û hem jî ji çar parçeyên Kurdistanê re.

MURAT MANG
HERFORD

Mam Zekî Şengalî 15´ê Tebaxa 2018´an di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû. Di salvegera sisiyan a şehadeta xwe de Mam Zekî li bajarê Elmanyayê Herfordê hat bibîranîn. Di bibîranînê de ev peyam hat dayîn: “Mam Zekî hem ji bo civaka xwe û hem jî ji bo çar parçeyên Kurdistanê xizmet kir. Êdî bi fermanan civaka Êzîdî nikare bê tinekirin.” 

Mam Zekî Şengalî bi navê Îsmaîl Ozden ji mêj weke karker çûbû Elmanyayê. Lê çawa ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir, dest bi xizmeta civaka xwe kir. Piştî fermana 3´yê Tebaxa 2014´an jî ji bo ku Şengal xweser û azad be, bû pêşeng. Di êrişa dewleta Tirk a bi hevkariya komên hevkar de ew şehîd bû.

Mamosteyê Êzîdxanê, Mam Zekî li Herfordê hat bibîranîn. Mekanê bibîranînî Herford Elegance Event Center bi wêneyên Egîd, Mahir Atakan, Rêber Ocalan, Mam Zekî Şengalî, Mam Beşîr û şehîdên YBŞ, YJŞ´ê hat xemilandin. Malbata Mam Zekî û nûnerên gelek saziyan beşdarî bibîranînê bûn.

Di merasîmê de hevjîna Mam Zekî, Gulê Ozden got, ew bi saya serê Vejîna 15´ê Tebaxê heta bi roja îro hatine û wiha dewam kir: “Cihê me Êzîdiyan di nava civakê de nebû. Zekî xizmet kir hem ji civaka xwe re û hem jî ji çar parçeyên Kurdistanê re. Êdî civaka Êzîdî bû xwedî hêzeke welê ku bi fermanan nikaribe bê tinekirin."

 

Hêza birêxistinbûyî ya Êzîdiyan heye

Li ser navê Civaka Êzîdî Cercûr Cemîl peyivî got, "Ji bo ku em pêşiyê li fermanan bigirin, em ê berdêlên lazim bidin." Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç jî got, “Heqareta li dijî civaka Êzîdî heqareta li dijî civaka Kurd e. Mam Zekî nûneriya Rêber Apo dikir.” Koç got, Êzîdî ji bo statuya Şengalê çi bikin, ew ê li cem wan cihê xwe bigirin.

Li ser navê Tevgera Azadiyê jî Welî Roj peyivî û got, ew Mam Zekî ji 1985’an ve nas dike û ew bi hev re li nava xelkê xebitîne. Welî Roj got, fermana 75´an wê neyê serê Êzîdiyan "Ji ber ku êdî hêza wan a birêxistinbûyî heye."