• Delegasyona Navneteweyî ya Îmraliyê ya ji bo Aştiyê, xwest ku dawî li tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bê anîn û bang li CPT û saziyên din ên navneteweyî kir da ku “êdî bi berpirsiyariyên xwe rabin”.

Delegasyona Navneteweyî ya Îmraliyê ya ji bo Aştiyê, xwest ku dawî li tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bê anîn û bang li CPT û saziyên din ên navneteweyî kir da ku “êdî bi berpirsiyariyên xwe rabin”. 

Wezîrê berê yê navxweyî û yê dadê yê Îzlandayê Ögmundur Jonasson, hevserokê Komeleya Parêzerên Demokrasî û Mafê Mirovan a Cîhanê Barbara Spinelli, profesora hiqûqê Radha D’Souza, seroka EUTCC´yê Prof. Kariane Westrheim, serokê Federasyona Giştî ya Sendîkayên Meliktiya Yekbûyî Doug Nicholls û bi giştî 20 kesên di meydana navneteweyî de tên nasîn, xwestin tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bê bidawîkirin.  

Bila CPT biçe Îmraliyê

Heyetê da zanîn ku ew li ser rewşa Ocalan bi Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re peyivîne, û dizanin ku ji 25´ê Adara 2021´ê ve ti xeber jê nayê wergirtin. Wan got, piştî daxuyaniya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkencê ya Ewrûpayê (CPT) ya Tebaxa 2020´an a bi îdîaya gavên başkirina rewşa li Îmraliyê, rayedarên Tirk tecrîd dijwartir û şidandîtir kiriye. Delegasyona Navneteweyî ya Îmraliyê ya ji bo Aştiyê got, “Hikûmeta Tirk, bi qedexekirina hevdîtin û axaftina bi telefonê ya malbat û parêzeran, tecrîd dijwartir kir. Em bang li CPT´yê dikin da ku danezanên Tirkiyeyê yên bi îdîaya rêzgirtina ji hiqûqa navneteweyî re bişopîne, û yekser bi Ocalan û parêzerên wî re bipeyive.” 

Tecrîdê tavilê rakin

Heyetê nerazîbûna xwe ji bêdengiya aliyên navneteweyî û xemsariya rayedarên Tirk nîşan da û got, “ Bila CPT biçe serdana Îmraliyê û li ser rewşa tenduristiya Ocalan agahiyê bide. Saziyên navneteweyî yên berpirsiyar jî, em dixwazin tecrîdkirina Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe. Bila dinya bi berpirsiyariya xwe rabe.”

NAVENDA NÛÇEYAN