Ebrahîm Ebrahîm rehmet kir

Sêşem 7 Kanûn 2021 - 22:24

  • Dostê Kurdan ê ji Başûrê Efrîkayê Ebrahîm Ebrahîm ji ber pençeşêra pişikê rehmet kir. Ebrahîm Ebrahîm ev demeke dirêj bû ji ber penceşêra pişikê derman dibû. 

Dostê Kurdan ê ji Başûrê Efrîkayê Ebrahîm Ebrahîm ji ber pençeşêra pişikê rehmet kir. Ebrahîm Ebrahîm ev demeke dirêj bû ji ber penceşêra pişikê derman dibû. Ebrahîm Ebrahîm pêr di 84 saliya xwe de rehmet kir.

Konseya Rêveber a KNK’ê ji bo Ebrahîm Ebrahîm peyameke sersaxiyê weşand û got “Ew şoreşgerekî mezin bû.”

Ebrahîm Ebrahîm weke yekî ji qehremanên têkoşîna li dijî rejîma nijadperest a apartheidê dihat nasîn.

KNK’ê diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dema di salên 1990’î de li Başûrê Efrîkayê xwe bi rêxistin dikir, Ebrahîm Ebrahîm bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re bû.

Ebrahîm Ebrahîm demekê Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Başûrê Efrîkayê bû û di heman demê de Endamê Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Efrîkayê (ANC) bû û her dem piştgiriya Kurdan dikir. Di Hezîrana 1999’an de dema ku li Hambûrgê ji bo Rêber Abdullah Ocalan konferansek hatibû lidarxistin,

Ebrahîm jî di konferansê de axivîbû.

Ebrahîm di axaftina xwe de gotibû, sala 1987’an ew jî li Girava Robben Islandê bi salan di girtîgehê de mabû û çawa ku Mandela bi ser ketibû, Abdullah Ocalan jî wê bi ser bikeve.

Sala 2017’an di konferansa neteweyî ya ANC’ê de ji bo ku derbarê azadiya Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de biryara piştgiriyê were dayîn, Ebrahîm Ebrahîm roleke xurt wergirtibû û ev biryar hatibûn dayîn.

Sala 2017’an li Kongreya Partiya Komunîst a Efrîkayê jî ji bo ku heman biryar were dayîn, Ebrahîm bi roleke girîng rabûbû.

KNK’ê got, “Ebrahîm Ebrahîm dema ku derman dibû jî wî têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam kir. Herî dawî di 31’ê Cotmeha 2021’ê de jî ji bo azadiya Rêber Apo peyamek şandibû û xwestibû dewleta Tirk Rêber Apo berde.”

Konseya Rêveber a KNK’ê ji ber wefata Ebrahîm Ebrahîm nameyeke sersaxiyê ji malbat, dost û hevrêyên wî re şand û got, “Dostê gelê Kurd û şoreşgerê mezin ê Efrîkaya Başûr wê ti carî neyê jibîrkirin. Xeyalên wî yên azadiyê di serî de wê têkoşîna wî ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan jî bênavber bidome.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.