Penaberê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Ebrahîm Abdî Jenekanlo, tevî banga raya giştî, saziyên parastina mafê mirovan û saziyên civaka sivîl jî pitir pêr bi darê zorê ji Elmanyayê hatibû dersînorkirin, ji bo ku wî radestî Îranê bikin. Lê belê kêliya dawî polêsên Elman ên federal ew li balefira Tehranê siwar nekirin, pêr ew ji nû ve vegerandin Elmanyayê.
Ebrahîm Abdî Jenekanlo yê ji bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber zilma dewleta Îranê, sala 2010'an berê xwe dabû Elmanyayê, û li wir doza mafê penaberiyê kiribû. Tevî ku beriya ji Îranê derkeve hate destgîrkirin û êşkence lê hate kirin jî, Jenekanlo bi biryara Daîreya Biyaniyan a Eyaleta Bavyerayê, pitir pêr ber bi Îranê ve hatibû dersînorkirin.
Jenekanlo ku polîsên federal ên Elman ew li balafirê siwar kir, diviyabû di ser Stenbolê re bihata dersînorkirinî Îranê. Lê belê polîsên Elman di kêliya dawî de biryar da ku Jenekanlo li balafira Tehranê siwar nekin. Tê gotin ku nerazîbûna siyasetvanan û raya giştî ya li Elmanyayê bandor li dayina biryareke wiha kiriye.
Endamê Meclîsa Şaredariya Augsburgê, Serdar Akin diyar kir ku Jenekanlo yê 33 salî pêr nîvro daketiye Balafirgeha Frankfûrtê. Ebrahîm Abdî Jenekanlo piştî ku anîn Elmanyayê pêr birin navenda dersînorkirinê ya li bajarê Eichstatt a Bayernê. Em ê îro hewl bidin bi parêzerê wî Necdal Dişli re bipeyivin ji bo safîkirina rewşa wî ya dawî li Elmanyayê.
FRANKFURT