Ebadî xwest Parlamena Iraqê bê betalkirin
Pêncşem 8 Îlon 2022 - 21:21
- Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesir, Heyder Ebadî xwest li gorî madeya 64´an a destûra Iraqê, hilbijartin werin kirin û Parlamena Iraqê were betalkirin.
Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesir, Heyder Ebadî xwest li gorî madeya 64´an a destûra Iraqê, hilbijartin werin kirin û Parlamena Iraqê were betalkirin.
Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesir, Heyder Ebadî piştî ku Dadgeha Federal a Iraqê pêr red kir ku parlamena Iraqê betal bike, li ser hesabê xwe yê twitterê xwest ku li gorî madeya 64 a destûra Iraqê û lihevkirina siyasî di bin çavdêriya hikûmeteke xwedî desthilata tam de hilbijartina pêşwext were kirin û parlamen were betalkirin.
Ebadî diyar kir ku sîstem, aramî, aştî û bipêşketina di karê nîştimanî de di berjewendiyên her kesî de ye.
BEXDA