Dûrxistina Baroya Stenbolê rûreşî ye
Pêncşem 27 Adar 2025 - 02:55
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç nerazîbûn nîşanî dûrxistina ji wezîfeyê ya Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Ozden Kaboglû û desteya rêveberiyê da û got, "Ev biryar li dîroka hiqûqê bûye deqeke reş."
Dûrxistina Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglû û desteya rêveberiyê ji wezîfeyê, li Kurdistanê û Tirkiyeyê dibe sedema nerazîbûnan.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç li ser mijarê axivî û got, "Baroya Stenbolê hema bibêjin baroya herî mezin a cîhanê ye. Di meha Cotmehê de hilbijartinên baroyê hatin kirin û Birêz Îbrahîm Kaboglû û rêveberî hate hilbijartin. Ji aliyê hin derdoran ve ev yek weke serketineke mezin hate nirxandin Em hemû Birêz Kaboglû nas dikin; hiqûqnasê destûra bingehîn e û demekê li parlamentê di Komîsyona Destûra Bingehîn de wezîfe kir. Zanyarekî cihê hurmetê ye."
Abdulkadîr Guleç dûrxistina Serokê Baroya Stenbolê û rêveberiyê ji wezîfeyê weke rûreşiya li dîroka hiqûqê nirxand û got, "Ev biryar deqeke reş a mezin e. Dema ku mirov bala xwe bidin ser Qanûna Parêzeriyê, tê dîtin ku Baroya Stenbolê ji ber ku wezîfeya çar bi çaran kir, ji wezîfeyê hate dûrxistin. Li gorî min, hukmê vê biryarê nîne.
ANF/AMED