Durûtiya rojnamevaniya Elman tehlûke ye

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 17 Sibat 2021 - 01:50

  • Dastan Jasim: Aliyê Kurd bi temamî tê anonîmkirin, tê anonîmkirin ka ev 700 mirovên girtî kî ne, ka ew bi çi tên gunehbarkirin. Weke ku komek mirovên bê rû û nasname bin yên ku weke alîgirên PKK´ê tên tohmetbarkirin.

LUQMAN GULDIVÊ

Kanala 1´ê ya televîzyona dewletê ya Elman nûçeya li ser girtina siyasetvanên Kurd bi sernûçeya "Operasyona li dijê çalakgerên muhtemel ên PKK´ê" weşand. Siyasetzan Dastan Jasim li ser mijarê got, bi vî rengî aliyê Kurd û mexdûr bi temamî tên anonîmkirin û ev jî tehlûkeyeke mezin e.

Di rojnamevaniyê de yek ji pîvanên sereke ragihandina rastî û objektîfbûna di warê qewmînan de be jî, îro em dizanin ku ev meydan bûye meydaneke qayîşkêşana ji bo desthilatdariyê. Ji ber wê ne tenê hejmar, nav, mekan û bûyer muhim in. Kîjan bûyer dibe nûçe, kîjan bûyer bi kîjan terîfan û ji kîjan çavkaniyan tên tercîhkirin bi serê xwe jî dikarin rojnamevaniyê li wê meydana qayîşkêşanê bi cih bikin.

Pêr êvarê di bernameya Tagesschau [Bultena sereke ya nûçeyên êvarê] ya di kanala yekê ya televîzyona dewletê ya Elmanyayê ARD´ê de, nûçeya elaqedarî girtina HDP´yî û çalakgerên civaka sivîl ên Kurd de bi sernûçeya "Tirkiye li dijî çalakgerên PKK´ê yên muhtemel operasyonê dike" hat weşandin.

Di nûçeyê de daxuyaniya wezareta karê hundir a Tirk a li ser girtina 718 çalakger û siyasetvanên Kurd hatiye dayîn, lê zimanê ajansa fermî ya dewleta Tirk AA´yê qismî weke xwe hatiye hiştin. 

Herçî helwêst û daxuyaniyên aliyên Kurd in jî bi Kurdî di çarçoveya "redkirina" îdîaya dewleta Tirk a li ser kuştina êsîrên şer ên li Garê hatiye dayîn. Bi serê xwe bikaranîna têgehên dewleta Tirk vê helwêsta wan jî bê qîmet dike. Lewma gava ku ew behsa êsîrên şer dike, dibêje "polîs û eskerên PKK´ê revandî" li cihekî din behsa "13 rehîneyan" dike. 

Nûçe, daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk bi hûrgilî û kite bi kite dide û pê re jî têgehên wan jî.

Rexneyên li awayê êrişa dagirkeriyê ya li Garê jî ji nava siayseta Tirk hatine ragihandin. Yanî di nûçeyê de bi devê rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hatiye gotin "PKK terorîst e", jixwe sernûçe siyasetvanên Kurd û çalakgeran jî weke "Çalakgerên PKK´ê yê muhtemel" krîmînalîze dike. Piştî vê daxuyaniyên dewleta Tirk kite bi kite dide û rexneyên aliyên Kurd ên siyasetê nabîne. Rexneya ku li êrişa dagirkeriyê tê kirin jî ji devê parlamenterê Partiya Demokrasî û Pêngavê Mustafa Yeneroglu hatiye dayîn. Li gorî wî "armancên siyasî û eskerî yên operasyona eskerî zelûl" in.

Kurd çima xuya nakin?

Nûçeyeke li ser girtina 718 siyasetvan û çalakgerên Kurd çima bi sernûçeyeke wisa û bêyî ku dengê Kurdan bê bihîstin di bultena nûçeyan a herî muhim a Elmanyayê de tê weşandin? Me ji siyasetzana ku li ser rola medyayê lêkolînan dike Dastan Jasim pirsî. Wê got, gava siyaset û çapemeniya Elman behsa Kurdan dike, wan tohmetbar dike bi cihêkariyê û dibêje ev esas nakokiyek e: "Ew timî dibêjin, hûn dikarin mafên xwe bêyî dewleteke cihê jî bi dest bixin. Lê tiştên weke vê nûçeyê nîşan didin ku gava tu fikrên dijberê hev hebin, dewletbûn timî dibe xwediyê rastiyê. Zanî ne muhim e ka mirov rastiyê yan jî derewê dibêje, timî saziya dewletî biryarê dide ka rastî çi ye. Ka nûçeyeke ajansan çi ye û ka çi divê bê çapkirin û weşandin. Ev mînaka hanê [ya di Tageschau ya ARD´ê de] nimûneyeke wisa ye ku bi rastî sawê dixe dilê mirovî." 

Anonîm û nexuya dikin

Bi ya wê li Elmanyayê diviyabû bi vê rewşê çêtir bihata zanîn, ji ber ku aqil dide rojnamevanên deverên din yên dinayayê, ka rojnamevaniya bi rastî çi ye. Di dewamê de ew nûçegihaniya li ser Navalny û ya li ser dewleta Tirk li ber hev digire û dibêje, "Di herdu rewşan de jî li ber me rejîmên otokrat hene. Herdu jî rojnamevanan, muxalifan, yên ku cihê difikirin, digirin. Li aliyekî [Navalny] ev yek dibe sedema hêrsa aliyên fermî, heta bi wezîrê karê derve Heiko Maas jî daxuyanî da. Lê li aliyê din ev nîne. Heta berevajî, bi temamî tê anonîmkirin, tê anonîmkirin ka kî birine dadgehê, ka ev 700 mirovên girtî kî ne, heta tê anonîmkirin ka ew bi çi tên gunehbarkirin. Weke ku komek mirovên bê rû û nasname bin yên ku weke alîgirên PKK´ê tên tohmetbarkirin. Bi ya min ya tehlûke jî ev bi xwe ye." 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.