Dûrî Kurdan be rahêje pasaporta xwe

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 5 Mijdar 2022 - 03:25

SERHAT ARARAT/DUISBURG

 

Solîn ciwaneke Kurd a 18 salî ye. Ji ber ku di çarçoveya têkoşîna azadiyê ya Kurdan tevlî meşan bûye, çûye komeleya Kurdan, dewleta Elman pasaporta wê desteser kiriye. Beriya bi 3 salan ji ber ku bi awayekî çalak di nava têkoşîna Kurdan de cihê xwe girtiye, dewleta Elman hewl dabû ku ji dayika wê Zozan G.´yê welayeta zarokên wê bistîne. 

Solîn G ya 18 salî, welatiya Elmanyayê ye. Îlona bihurî meqamên Elman pasaporta wê desteser kir. Solîn dibêje, çawa berê ji ber ku xwedî li nasnameya Kurdî derketiye, hewl dane dayika wê ceza bikin, îro jî hewl didin wê ceza bikin. Solîn ev qederê 7 salan e ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Duisburgê di nava xebatên çandê û koma folklorê de cihê xwe digire. Ew di çalakiyên ji bo azadî û mafên Kurdan de jî timî cihê xwe digire.

Ji bo malbata xwe bibîne, ew havîna bihurî çûye Tirkiyeyê. Di vegerê de polêsê Elman ew daye sekinandin û pirsên ecêb jê kirine. Piştî ku vedigere Elmanyayê, Tîrmeha bihurî polês bi ser mala wê de digire û pasaporta wê desteser dike. 

 

Serdana malbatê kirine perwerdeya çekdarî

Solînê wiha behsa tiştên hatine serê xwe kir: “Polêsan bi ser mala me de girt û gotin, ka pasaporta xwe. Gava min pirsî, çima, wan got, 'rahêje vê nameyê û bixwîne'. Di nameyê de behsa festîvalên Kurdan, meşan û çalakiyan dihat kirin. Heta di nameyê de du caran dihat gotin, qaşo ez du caran çûme Tirkiyeyê û li ser sîlehan perwerde bûme, ji ber vê jî ez weke tehlûke têm dîtin. Û qaşo ez mirovên li derdora xwe jî dixim tehlûkeyê.”

Solîn da zanîn ku di nameyê de ew wekî din jî hatiye gunehbar kirin bi xirakirina têkiliyên di navbera dewleta Tirk û ya Elman de: “Wan wekî din got, ‘Tu têkiliya me ya bi Tirkiyeyê re xira dikî’ û wan got, bi van hincetan ew pasaporta min desteser dikin.”

 

Dûrbûna ji têkoşîna azadiyê ferz dikin

Solîn dibêje, rayedarên Elman jê re gotiye “Dev ji têkoşîna xwe berde. Heger em piştrast bibin ku tu dûrî wê yî, em qanih bibin ku tu têkiliyên dewleta me naxî tehlûkeyê, em ê hingê pasaporta te bidin te.” 

Solîn bi bîr dixe ku beriya bi 3 salan ji ber heman hincetan zilm li dayika wê Zozan G. jî hatiye kirin û rayedarên Elman hewl dane welayeta wê û xwişka wê ya piçûk ji dayika wêî bistînin. Têkoşîna hiqûqî û hestiyariya raye giştî kiribû ku rayedarên Elman ji ya xwe bên xwarê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.