• Li kolanên Hanoiyê, rojeke ji rêzê ye. Firoşkarekî ku bi duçerxeya xwe bi etarî û çerçîtî kar dike, di ber dîwarekî re derbas dibe.

Li kolanên Hanoiyê, rojeke ji rêzê ye. Firoşkarekî ku bi duçerxeya xwe bi etarî û çerçîtî kar dike, di ber dîwarekî re derbas dibe. Li pişt wî komek gulçîçek, kulîlk û bi karê xwe re mijûl e. Wênegir, bi kompozîsyoneke bêhempa vê kêliyê diqerisîne. Ya ku xuya dike, çawa ku kulîlkên li diwar ji duçerxeya wî ango ji qutiyên li ser duçerxeyê ber bi dîwar ve bifirin, bi mirov xuya dikin. Hest û hizreke xweş ava bûye.

Thanh Nguyen Phuc ku wêneyê bi navê “Duçerxeya bi kulîlk” girtiye, serpêhitaya xwe ya vî wêneyî wiha tîne ziman, “Beriya sed salan tenê 36 kolan hebûn li Hanoiyê, lê niha bi hezaran in. Çanda kuçe û kolanan li bajarê Hanoiyê yê Vîetnamê pirr bi hêz e. Li ser kolanan gelek dikan hene û ev dikan kar dikin. Lê dikanên etar (ên bi duçerxeyan) an jî gerok yên li kolanan gelek in û mirovên li kolanan bêhtir bi wan re didin û distînin. Min hefteyeke xwe li pey firoşkarên gerok ên li kolanan, nexasim yên bi duçerxeyan bihurandin. Min dît ku bi biskilêtên xwe heta êvarê digerin. Ev kêliya min girtî jî yek ji wan kêliyan e.”

HANOI