- Taybet Tatli (51) û Besna Ozturk (60) xwişkên hev in. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê dijîn.
Taybet Tatli (51) û Besna Ozturk (60) xwişkên hev in. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê dijîn. 31 sal in ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde mil bi mil, bi laçikên xwe yên spî têdikoşin. Herdu xwîşkên ku her roj bi hevre serê sibehê berê xwe didin avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di nav xebatên Meclisa Dayikên Aştiyê de pêşengiyê dikin. Herdu xwîşk û dayikan ku di serdema Tansu Çîllerê de serî li hemberî zilmê rakirine, tevî emrê xwe jî her roj di nav xebatan de cihê xwe digirin. Ji ber çalakiyên xwe yên ji bo aştiyê, her du jî heta niha gelek caran hatine binçavkirin. Lê tevî vê yekê jî têkoşîna xwe berdewam dikin. Tekane daxwaza her du xwîşkan jî, aştî ye.
MA/ZEYNEP DURGUT