Du şehîdên Kurdistanê

Duşem 18 Tîrmeh 2022 - 21:15

  • Şoreşgerên Rojavayî Hêzil û Rizgar xwişk û birayên hev in û soz bi hev re dan da ku sîleha hev li erdê nehêlin. 

ERDAL BAZ

Şoreşgerên Rojavayî Hêzil û Rizgar xwişk û birayên hev in û soz bi hev re dan da ku sîleha hev li erdê nehêlin.

Yek jê li Miştenûrê ya din li Girê hekarî ya li Metîna şehîd bû.

Em dayika wan Suheyla Hesen a li Şehba li wargeheke penaberan re li ser rastiya wan a fedaî peyivîn. 

Gerîlaya YJA-Starê Hêzil Rizgar (Nazliye Hesen) 27’ê Gulana 2022’yan di dema parastina li Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk de tevî 5 hevalên xwe li Girê Hekarî yê li Metînayê şehîd bû. 

Birayê wê Rizgar Hesen sala 2014’an di Berxwedana Kobanê de şehîd bûbû. Beriya birayê wê şehîd bibe bi 4 mehan jî ew tevlî nav refên gerîla bûbû. Hêzil Rizgar dixwest bibe fermandareke YJA Starê. Piştî perwerdeya leşkerî ew diçe nav Hêzên Taybet ên gerîla. Ew fermandara çalakiya 27’ê Gulanê bû ku tê de 18 dagirker hatin cezakirin.  

Suheyla Hesen, dayika wê Kurd be jî di nava malbateke Ereb de mezin dibe. Sala 1992’yan piştî ku dizewice Tevgera azadiyê ya Kurd nas dike. Çawa ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan dibihîse, wan ji derdora xwe re jî dibêje.

Ew ji bo vê dibêje, “Min xwest di nava vê tevgerê de parçeyekî min jî hebe.” 

Rizgar dilêr bû 

Dayik gava behsa kurê xwe şehîd Rizgar Hesen dike dibêje, “Rizgar ji zaroktiya xwe ve neheqî qebûl nedikir. Dilêr bû. Pirr hez ji heywanan dikir. Di xebatên ciwanan de cihê xwe digirt. Gava ku rejîmê ew girt, bi darê zorê leşkerî jî pê da kirin.  Li leşkeriyê jî bi îdîaya alîkariya PKK’ê dike, hat girtin. Piştî ku hat berdan jî tevlî nav refên partiyê bû. Çûna wî bi min pirr zehmet bû. Ji bo wî jî zehmet bû, lewma ew gelekî girêdayî malbatê bû. Min pişta wî girt, ji bo ku li ser rêya xwe bimeşe. Min jê re got bila hezkirina te ya ji malbatê û ji welêt re te lawaz neke, lê te xurt bike. Wî jî soz da min, got, dayê ez ê hêviya te ya ji vê têkoşînê qet xira nekim û çû.” 

Hêzil soz da bibe sîleha Rizgar 

Rizgar 6 mehan li çiyê ma û vegeriya Rojava. Di şerê li Serêkaniyê yê 2013’an de birîndar bû. Piştî ku derman bû jî çû bereya şer a Helebê. Piştî ku şerê li Helebê sist dibe, Rizgar diçe serdana malbata xwe. Suheyla Hesen wiha behsa hingî dike: “Piştî ku hat malê, Rizgar ji min sîleh xwest. Min got, sîleha te heye. Lê wî dîsa eynî tişt got, hingê min fêm kir, ew dixwaze hinek sîleha wî rakin heger şehîd bibe. Hingê Nazliyê (Hêzil Rizgar) rabû, got, 'meraqan neke, tu şehîd bibî ez ê rahêjim sîleha te.’ Rizgar jî got temam min rahişt sîleha xwe.”

Li ser wesiyeta kurê xwe, gava Rizgar şehîd dibe, Suheyla Hesen nagirî: “Ez negirîm. Min lîrand. Ez serbilind û serfiraz im. Şehîd Rizgar parçeyê min ê di têkoşînê de ye. Me hêz da hev, em bi hev re meşiyan” 

Zaroka xweşkok a tevgerê

Piştî rizgar ew behsa keça xwe şehîd Hêzil dike: “Nazliyê (şehîd Hêzil) zarokeke pirr xweşkok bû. Xwendekareke baş bû û serketî bû. Ji cem min xwe nedida alî. Ew di destê hevalan de mezin bû. Timî li cem wan bû. Fikrên wê ji temenê wê mezintir bûn. Her tişt minaqeşe dikir, hewl dida hîn bibe, hewasa wê gelek bû.”

Nazliyê soza ku dabû birayê xwe Şehîd Rizgar bi cih anî. Dayika wê wiha behsa wê dike: “Nazliyê rahişt sîleha birayê xwe û navê wî jî hilda. Piştî ku tevlî nav refên gerîla bû bi 4 mehan birayê wê li Miştenûrê şehîd bû. Wê jî Rozgar li navê xwe yê tevgerê zêde kir û ew di têkoşîna xwe de zindî kir. Ev êşeke pirr dijwar e ji bo min.

Nazliyê temenekê zêde nekir, lê nîşanî me da ka divê mirov çawa bijî. Wan soza ji hev re dayî girt. Ez ê tevahiya emrê xwe li ser rêya wan bimeşim û jê venegerim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.