Cenazeyên şehîdên qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê, Şehîd Birûsk Şehba û Şehîd Zinar Gabar bi merasîmekê li Şehbayê hatin veşartin.

Xelkê destpêkê li pêşiya Nexweşxaneya Avrînê ya li navçeya Fafînê kom bû û piştî ku rahiştin cenazeyên şehîdan, ber bi Goristana Şehîdan a Navçeya Ehrezê ve meşiya.

Li Goristana Şehîdan piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Rebîe Weqas û ji Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê, Îmad Dewûd axivîn.

Wan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, ew ê ti carî serê xwe netewînin û li ser şopa şehîdan li dijî dijmin têbikoşin, nehêlin ku dijmin li Efrînê bi rehetî bimîne.

Piştre wesîqeya şehîdan ji aliyê endama Komîteya Civaka Demokratîk Zeyneb Ebdo hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.

Piştî ku cenazeyên şehîdan hate veşartin merasîm bi dawî bû.

Nasnameyên şehîdên HRE'yê wiha ye:

Birûsk Şehba (Mistefa Muslim) 15’ê Kanûna 2020'an şehîd bû.

Zinar Gabar (Mihemed Hebeş) 15’ê Kanûna 2020'an şehîd bû.

ANHA/ŞEHBA