Du qehremanan li dijî artêşekê şer kir
Pêncşem 1 Hezîran 2023 - 01:07
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Em sersaxiyê ji malbata hevalên xwe Şerger û Rêncber û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 2 gerîlayên şehîd, got, “Di 14’ê Gulana 2023’yan de li ser agahiyên ajanên li herêmê, dijmin li dijî herêmên Çemkê Tehlo û Daristana Serê yên girêdayî herêma Besta ya Şirnexê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Artêşa Tirk agahî stendibû ku komek hevalên me li vê deverê ne, tevî 8 balafirên şer, 2 helîkopterên êrişê û gelek kontrayan gelek caran êriş pêk anîn. Dora qada ku hêzên me lê bi cih bûne, hate girtin û du rojan bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Di 16’ê Gulanê de hevrêyên me Bawer Med û Rênçber Gîvara bi awayekî xurt li hêzên dijmin dan. Dijmin li vir derbeke giran xwar û piştre bi balefirên şer û helîkopteran û bi gazeke zer a ku bêhna sêvan jê dihat, qad bombe kir. Hevalên me Bawer û Rêncber du rojan bi awayekî destanwarî ji bo xwe parastinê şer kirin û piştre şehîd bûn. Artêşa Tirk hejmara windahiyên xwe yên li vir veşart û li xwe mikur hat ku bi tenê 4 leşker û kontrayek hatine kuştin. Lê bi qasî ku hêzên me tespît kirine, 17 dagirker hatin cezakirin.
Em sersaxiyê ji malbata hevalên xwe Şerger û Rêncber re û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”
Kurê şehîdî şehîd bû
HPG´ê ji bo şehîd Şerger Caf got “Hevrêyê me Şêrger Caf li navçeya Kelar a Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye û ji eşîra Caf e. Bavê hevrêyê me Şerger, sala 1993’yan di nav refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de dema şer dikir û şehîd bûye. Hevrêyê me Şerger 15 salan bi awayekî serketî xwend û çû zanîngehê. Hevrêyê me Şerger xwedî karakterekî sade, rast û kedkar bû. Hevrêyê Şêrger bi stranên ku li wan guhdarî kir û bi yên ku wî gotin, welatê me Kurdistan tecrûbe kiriye û li azadiyê geriyaye. Li hemberî zaravayên Kurdî meraqeke mezin pê re hebû, û xwe baş hînî Kurmancî, Soranî û Kelhorî kir û xwe hînî Farisî jî kir.
Hevrêyê me Şerger îdeolojiya sosyalîst a demokratîk a tevgera Apoyî û her wiha hişmendiya neteweyî ya Kurdayetiyê xwendiye, fêm kiriye û biryar daye ku bibe milîtanekî Apoyî.
Hevrêyê me Şerger di destpêkê de beşdarî çalakiyên Komalên Ciwan bû. Hevrêyê me Şerger sala 2014’an li Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Şerger di sala 2016’an de bi armanca pêkanîna îdîaya şoreşê û azadiya gelê me çû herêma Besta ya Botanê. Bi adaptebûna xwe ya bilind, bi lez û bez bû yek ji gerîlayên xwedî tecrûbe yên Bestayê. Bi taybetî di salên 2016, 2017 û 2018’an de beşdarî gelek çalakiyên gerîla yên xurt bû. Hevrêyê me Şerger zû bû fermandarek û bi tecrûbeya xwe berpirsyarî wergirt. Dizanibû ku gerîla çavkaniya herî mezin a azadî û hêviyê ya gelê Kurd e. Hevrêyê me Şerger bûye şahidê operasyonên ku dewleta Tirk ên salên 2019, 2020, 2021, 2022 û 2023’yan. Hevrê Şerger bi hostetî karibûye li ber gelek êrişên dijmin rabe û dema ku dijmin ne li bendê bû, wî li dijmin daye. Hevrêyê me Şêrger bi qasî 8 salan di şert û mercên herî dijwar de têkoşîna xwe domand.”
Aşiqê Gabarê bû
HPG´ê ji bo şehîd Rêncber Gîvara jî got, “Hevrêyê me Rênçber bi eslê xwe ji Kerborana Mêrdînê ye, ji ber êrişên dagirkeran neçar maye koçî Hezexa Şirnexê bike. Hevrêyê me Rênçber ku xizmê fermandara me ya nemir û mîlîtana pêşeng a artêşbûna jinê Şehîd Zelal Botan e ku Rêber Apo weke ‘Keça Botanê’ bi nav kiriye, bi xeyala tevlîbûna refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê mezin bûye.
Hevrêyê me Rênçber sala 2014’an li xaka Botanê, li çiyayê pîroz ê Cûdiyê tevlî nava refên gerîlayên azadiyê bû. Hevrêyê me Rênçber li pey şopa fermandarê me yê nemir Egîd meşiya û hezkiriyê Gabarê bû, li her qada Botanê pratîk meşandiye û pêşengî ji gelek çalakiyan re kiriye. Li Botanê piştî pêvajoya şerê dijwar çû Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê bi perwerdeyên ku dîtiye zêde kiriye û di felsefeya Rêber Apo de xwe zane kiriye. Hevrêyê me Rênçber sala 2021’ê vegeriya Botanê, di jiyana xwe ya şoreşgerî de timî li pêş bû û li qadên herî zehmet ji xwe re esas girtiye ku têkoşînê bimeşîne. Hevrêyê me tarzê tîmên bi tevger bi serketî xistiye pratîkê û di çalakiyên bi bandor de derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker xistine.
Bibîranîna têkoşînê ya hevrêyê me wê timî pêşiya me ronî bike û mîrateya berxwedanê ya şehîdên me yên pîroz teqez bi serkeftinê tacîdar bike.”
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ne:
Şerger Caf (Servet Hesen) ê li Kelarê hatiye dinê, kurê Rahna û Hesen Perec, 17’ê Gulana 2023’an li Bestayê şehîd bû.
Rêncber Gîvara (Hasan Agirman) ê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Hazniye û Mahmût, 17’ê Gulana 2023’an li Bestayê şehîd bû.
BEHDÎNAN