Du parlamenterên Kurd li Osloyê?

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 14 Îlon 2021 - 03:22

Di hilbijartinên Norwêcê de ev cara yekê ye ku namzeteke Kurd gelekî nêzî serketinê ye. Namzeta Partiya Sor (Rødt) Seher Aydar bi îdîa ye. Ji Partiya Karker Manî Huseynî yê ji Rojavayê Kurdistanê jî dibe ku bi ser keve.

Li Norwêcê çar salan carekê meha Îlonê ji 19 herêmên hilbijartinê, 169 nûner ji bo parlamenê (Stortinget) tên hilbijartin.
Di asta welêt de 9 partiyên siyasî yên mezin, di asta herêman de jî gelek partiyên piçûk ên siyasî tevlî hilbijartinê dibin. Ji bo dengdanê îro roja dawî ye.

Norwêc, ev 8 sal in ji aliyê koalîsyona ji partiyên rastgir û lîberal (Høyre û FRP, piştre jî Høyre, partiyên Lîberal û Xiristiyan) ve tê birêvebirin.
Polîtîkayên hikumet serokwezîr Erna Solberg ên li ser arizîkirinê, kêmkirina bacê ji bo dewlemendan, zêdebûna cudahiya di navbera dahatê de û kêmkirina mafên karkeran li nava gel, bû cihê nerazîbûneke mezin. 

Partiya Sor (Rødt) ew partiye ku herî zêde piştgiriyê werdigire. Di hilbijartinên dawî de tenê serokê partiyê Bjønar Moxnes ji bo parlamenê hatibû hilbijartin. Li gorî anketan, li dijî partiyên rastgiriya navendî, partiya Rødt li pêş e.

Rødt li ser wekhevî, edalet û piştevaniyê kampanyaya hilbijartinê dimeşîne. Di nava sozên hilbijartinê de bêperekirina kreşan, bêperekirina xizmetên tenduristiyê, piştevaniya bi gelên bindest re û parastina mafên karkeran hene.

Rødt her wiha meseleya Kurd jî ji nêz ve dişopîne.

Gelek caran heyet şandin Kurdistanê û li cihê cih lêkolîn kirin. Serokê partiyê bi xwe Børnar Moxnes gelek caran pêşnûme pirs dan hikûmetê û li şerê li dijî gelê Kurd, tecrîd, faşîzm û dagirkeriya li dijî Kurdan pirsî.

Di nava namzetên partiya Rødt de Kurdek li pêş e: Seher Aydar. Di hilbijartinên giştî yên Norwêcê de ev cara pêşî ye ku namzete Kurd nêzî serketinê ye.

Seher Aydar a ji Konyayê

Seher Aydar keça malbateke welatparêz e ku di zarokatiya xwe de ji Konyayê koçî Norwêcê kiriye. Di nava tevgerên jinan, saziyên civakî yên sivîl û saziyên li dijî nijadperestiyê de kar kiriye. Endama Desteya Rêveber a Navenda Partiya Sor e. Di hilbijartinên 13'ê Îlonê de ji Osloyê ji rêza duyemîn bû namzet. Di rêza destpêkê de Serokê Giştî yê partiyê, Bjønar Moxnes heye.

Seher Aydar karên xwe yên hilbijartinê bi civîn, panel û serdana Norwêcî û biyaniyên li welêt dewam kir. Aydar bang li hilbijêran hemûyan kir da ku dengê xwe bidin. Li Norwêcê 3.9 milyon hilbijêr hene û nîvê wan ciwan in, îro ew ê dengê xwe bidin.

Namzetekî din jî Manî Huseynî yê ji Rojavayê Kurdistanê ye. Ji Partiya Karker bûye namzet. Ji herêma Akershusê ya Osloyê di rêza 5’an de namzet e. Ew 33 salî ye û beriya bi qederê 23 salan tevî malbata xwe li Norwêcê bûye penaber. Li Zanîngeha Osloyê ji Fakulteya Zanyariyên Siyasî mezûn bû û piştre bi rengekî çalak tevlî siyasetê bû. Ew dibêje, dema bibe parlamenter, ew ê bala raya giştî û siyaseta Norwêcê bikişîne ser piştevaniya bi gelê Kurdistanê re. Di hilbijartinên beriya niha de Partiya Karker ji heman herêmê 7 parlamenter bi dest xistibûn, ji ber wê jî şansê wî gelek e ku bê hilbijartin.

Li gorî anketên dawî partiya rastgir a desthilatdar Høyre dengê xwe gelekî kêm kirine. Partiya muxalefetê ya sereke Partiya Karker jî weke hevrikê herî xurt ê ji bo desthilatdariyê tê nîşandan.

Li gorî anketekê rojnameya VG weşandî, Rødt ê di vê hilbijartinê de 11 parlamenteran bi dest bixe.

OSLO

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.