- Norwêcê 15 wezîfedarên Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê dersînor kir.
Norwêcê 15 wezîfedarên Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê ku weke 'ajanên îstîxbaratê' pênase kir, dersînor kir.
Wezîra Karên Derve ya Norwêcê Annîken Hûîtfeldt got, "Ev 15 ajanên îstîxbaratê ji ber karên xwe yên li statuya dîplomatîk nayên, weke mirovên nayên xwestin hatin ragihandin." Li gorî Ajansa Dewletê ya Rûsyayê TASS, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê wê bersivê bide dersînorkirina 15 'dîplomatên Rûs'.
OSLO