• Li Kantona Baselê ya Swîsreyê, li herêma Riehenê ji bo hilbijartina rêveberiya şaredariyê ya ji 7 kesan û meclîsa şaredariyê ya ji 40 kesan 6´ê 

ALÎ OZŞERÎK / BASEL

Li Kantona Baselê ya Swîsreyê, li herêma Riehenê ji bo hilbijartina rêveberiya şaredariyê ya ji 7 kesan û meclîsa şaredariyê ya ji 40 kesan 6´ê

Sibatê hilbijartin hatibû kirin. Di encamê de Edebe Golgelî ya ji Kurdistanê, wê bikeve tûra duyem a hilbijartinên ji bo rêveberiya şaredariyê.

Heta niha hilbijartina 5 kes ji bo rêveberiyê hatine hilbijartin û hîna divê endamek û şaredar bên hilbijartin. 

Vê yekşemê yanî 20´ê Adarê, wê ev her du kursî jî diyar bibin ka wê bibin yên kê. Ji partiya sosyalîst (SP) Edîbe Golgeli û ji EVP’ê Christine Kaufmann bi hev re li dijê namzetên bloka partiyên rastgir, dikevin hilbijartinê. Edîbe Golgelî mafê koçberan jî diparêze û ji rojnameyan me re peyivî û xwest hilbijêr hemû yekşemê dengê xwe bidin.

Edîbe Golgeliyê bi bîr xist ku got, “Ji sala 2015’an ve di parlamena kantonê de min hin wezîfe bi cih anîn. Li vê herêmê bêhtir muhafezekar hene û rêveberiya wê jî klasîk bûye. Ji ber ku em du namzetên jin in, partiyên rastgir jî ketine nava telaşekê, ji bo ku em bi bin bikevin, çi ji destê wan tê dikin. Partiya min SP´yê li vir beriya bi 12 salan kursiyek bi dest xistibû. Em niha dixwazin vê biguherin. Heger bi ser bikevin ji bo mafên wekhev ji bo biyaniyan, ji bo wekheviya derfetan, li dijî şideta nava malê ez ê xebatên xwe zêdetir bikim. Ez ji hilbijêran dixwazim bi vê hizrê dengê xwe bidin û kesên li dora xwe jî teşwîq bikin da ku dengê xwe bidin.”