Du mînakên milîtaniya Apoyî

În 19 Gulan 2023 - 15:20

  • HPG:  Yek ji fermandarên me yên bi rûmet Dilgeş Zagros û hevrêyê me Bawer ku li hemberî êrişa dijmin bi fedaî û heta nefesa xwe ya dawîn li ber xwe dan û bûn nûnerên herî dawî yên kevneşopiya berxwedanê ya PKK’ê, şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir di 10’ê Gulanê de li navçeya Licê ya ser bi Amedê, gerîlayên bi navê Dilgeş Zagros (Serhat Yalçin) û Bawer Korkmaz (Mûrat Aslan) şehîd bûne û nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir.

HPG’ê got, “Di 10’ê Gulana 2023’yan de li navçeya Licê ya ser bi Amedê, li dijî hêzên me tevgerek pêk hat. Ji ber vê tevgerê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî û dagirkeran bi helîkopteran devera şer, bombe kirin. Yek ji fermandarên me yên bi rûmet Dilgeş Zagros û hevrêyê me Bawer ku li hemberî êrişa dijmin bi fedaî û heta nefesa xwe ya dawîn li ber xwe dan û bûn nûnerên herî dawî yên kevneşopiya berxwedanê ya PKK’ê, şehîd bûn. Her du hevrêyên me xwedî têkoşîneke bênavber û serketî bûn û bûne mînakên bêhempa yên milîtaniya Apoyî.

Em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re, bi taybetî ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me xwe re dixwazin ku wan zarokên xwe yên hêja tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me kirine.

Hevrêyê me Dilgeş li navçeya Çelê ya Colemêrgê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Sala 2010’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Bi ked, fedekarî û baweriya xwe ya bi serketinê re rêza hemû hevrêyên xwe wergirt, li hember tevgera dijmin a di 10’ê Gulana 2023’yan de heta nefesa xwe ya dawî bi awayekî fedaî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Dilgeş ê ku pêkanîna pêwîstiyên milîtaniya Apoyî weke armanca sereke ya jiyana xwe diyar kir, bi berxwedaneke mezin gihişt vê armancê û cihê xwe yê bi rûmet di dîroka azadiya gelê me de girt.

Hevrêyê me Bawer li navçeya Erdîşê ya ser bi Wanê, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Sala 2016’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Bawer li gel pratîka xwe ya serketî ya li qada Amedê, bi sadetî û dirûstiya xwe ya di têkiliyên xwe hevrêtiyê de rêzdarî û hezkirina hevrêyên xwe hemûyan qezenc kir. Li dijî tevgera dijmin a di 10’ê Gulana 2023’an de, bi fedaiyane şer kir û tevlî nav karwanên şehîdan bû. Em di şexsê hevrêyê xwe Bawer de soza pêkanîna xeyalên azadiyê ya şehîdên xwe hemûyan, car din dubare dikin.”
Nasnameya şehîdan wiha ye:

Dilgeş Zagros (Serhat Yalçin), li Colemêrgê ji dayik bûye, 10’ê Gulana 2023’an li Amedê şehîd bû.

Bawer Korkmaz (Mûrat Aslan), li Wanê ji dayik bûye, 10’ê Gulana 2023’an li Amedê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.