Du lehengên Kurdistanê

Yekşem 8 Gulan 2022 - 22:30

  • "Li dijî êrişên qirker ên dijmin, bi berxwedaneke destanî ya bi hişmendiya wezîfeyên dîrokî careke din nîşan dan ku Kurd ên azad li hemberî mêtingeriyê serî natewînin."

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir. HPG ji bo Mizgîn Ronahî û Rûmet Amed got: "Li dijî êrişên qirker ên dijmin, bi berxwedaneke destanî ya bi hişmendiya wezîfeyên dîrokî careke din nîşan dan ku Kurd ên azad li hemberî mêtingeriyê serî natewînin."

Ji Geverê heya Kurojahro

HPG wiha behsa Mizgîn Ronahî (Halîme Efendak) a ji Makû kir: ''Hevrêya me Mizgîn li bajarê welatparêz ê Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Makû gundê Îsxanê ji dayik bû. Piştî ku gerîla nas kir, ber bi tevgera azadiyê ve gav avêt û sala 2006'an tevlî nava refên gerîla bû. Di pêvajoya salên 2007-2008'an de ku dewleta Tirk jehr da Rêberê me, li hemberî mêtingeriyê bû xwedî hêrseke mezin. Xwest bibe fedaî û derbasî nava Hêzên Taybet bû. Sala 2015'an li Geverê di çalakiyeke berfireh de li refên herî pêş cih girt, sîng bi sîng li dijî dijmin şer kir û birîndar bû. Paşê weke gerîlayeke YJA Starê ya şareza berê xwe da Botanê û sala 2016'an gihîşt çiyayên Botanê. Piştî pratîka Botanê ya çar salan derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Sala 2020'an li akademiya leşkerî perwerde wergirt. Piştre li qada Kurojahro dest bi pratîkê kir û zû hînî vê derê bû. Hevrêya me Mizgîn bi eşqeke mezin bi her herêma welêt ve hate girêdan û li qada Kurojahro kedeke mezin da. Di nava hevrêyên xwe yên jin û mêr de bû cihê hezkirin û hurmetê, di nava jiyan û şer de jî fermandareke şareza bû. Di Nîsana 2022'an de yek ji hedefên êrişa dagirkeriyê ya li ser herêma Zapê, qada Kurojahro ye. Hevrêya me Mizgîn û hevalên me yên di bin fermandariya wê de, derbên herî bi bandor li êrişa dagirkeriyê xistin û bi vî rengî bersiva herî mezin dan dagirkeran. Hevrêya me Mizgîn bi rojan bi lehengî şer kir, hevrêyên xwe da şerkirin û bi lehengî şehîd bû, bû yek ji fermandarên sembol ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê.''

Milîtanekî wêrek û fedakar bû

Cangoriyê din Rûmet Amed (Nejdet Mahmût Salîh) jî ji Kobanê bû. HPG wiha behsa wî kir: ''Hevrêyê me Rûmet li yek ji kelehên berxwedanê yên Kurdistanê li Kobanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Rûmet ku milîtanekî wêrek û fedakar bû, bi baweriya ji xeta leşkerî ya serdma nû re li qada leşkerî xwe perwerde kir, perwerde weke erkeke şoreşî dît û bi taybetî giranî da ser perwerdeya pisporiyê.

Sala 2020'an derbasî herêma Zapê bû û bi kedkarî, fedakarî, qîmeta dida hevrêtiyê, di nava hevrêyên xwe hemûyan de bû hevalekî dihate hezkirin û hurmet jê re dihate nîşandan. Li eyaleta Zapê tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û bi serketina di van çalakiyan de bû cihê baweriyê ji hevrêyên xwe re. Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker ên 17'ê Nîsana 2022'an da destpêkirin, hevrêyê me Rûmet tevlî komên destpêkê bû yên bersiv dan dijmin û li gel çalakîbûna xwe bi xwînxwariya xwe di gelek çalakiyan de derb li dijmin xist, nehişt ku dijmin hêzên xwe li qada Kurojahro deyne. Hevrêyê me Rûmet ku yek ji fermandarên pêşeng ên berxwedana Zapê bû, bi rojan bi rengekî destanî li ber xwe da û bi lehengî şehîd bû.''

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.