Du hefte ne Îranê av qut kiriye

Pêncşem 31 Tebax 2023 - 00:10

Rejima Îranê jî mîna dewleta Tirk avê wek çekek li dijî Herêma Kurdistan û Iraqê bikar tîne. Zêdetirî du heftene rejima Îranê ava Zêyê Biçuk ku ji Rojhilatê Kurdistanê diherike nav xaka Başûrê Kurdistanê, qut kiriye. Qutkirina avê zirareke mezin bi xelkê bajarokê Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn gihandiye. Raste rast bandorê li ser ava vexwarinê ya bajarokê Pişder kiriye. Her wiha pirsgirêk ji bo hewuzên masiyan, çandinî û ajelvaniyê çêkiriye. Rejima Îranê bi rêya tûneleke 35 kîlometreyî ava robarê Zêyê Biçuk derbasî nav Gola Urmiye dike.

Rewş metirsîdar e

Projeya ava Xas ya li Qeladizê yek ji projeyên mezin ên Wezareta Geştuguzar a Hikûmeta Herêmê ye. Bi rêya vê projeyê ji sedî 65’ê ava bajarokê Qeladizê (ava 21 taxan) peyda dike. Bi vê projeyê ava Zêyê Biçuk tê paqijkirin û ji bo vexwarinê ji bo Qeladizê tê berdan. Salane rejima Îranê ava Zêyê Biçuk qut dike û ev yek jî dibe sedemê kêmbûna avê û rawestandina dabeşkirina ava malan. Ev jî di demek de ye ku ava vê projeyê ger di jêr du metre û 20 santîman de be, nikare were dabeş kirin. Çalakvanê civaka sivîl Sebah Ebdullah, diyarkir salane bi berdana ava Zêyê Biçuk re metirsî li ser deverê çêdibe û got: “Pêwîst bû Hikûmeta Herêmê li gel berpirsên Komara Îslamî ya Îranê lihevkirin bikin ji bo berdana ava pêwîst. Ji bilî wê jî divê Bendava Delge were çêkirin ku ev bi salane biryara çêkirina wê hatiye dayîn. Lê heta niha dest bi çêkirina bendavê nehatiye kirin. Ger ev bendav were çekirin wê metirsiya kêmaviyê nemîne. Wê pirsgirêka jîngehê, çandinî, xwedîkirina masî û ava vexwertinê ya welatiyên Qeladizê nemîne.” Berpirsê Projeya Ava Xas Endazyar Maruf Mehmud jî got: “Îranê li Rojhilatê Kurdistanê gelek bendav li ser Zêyê Biçuk çêkiriye. Vê yekê bandoreke mezin li ser Zêyê Biçuk çêkiriye, bi temamî ava robar hatiye qutkirin. Vê rewşe pirsgirêkek mezin ji bo deverê bi giştî û Projeya Ava Xas bi taybetî çêkiriye. Bûye sedema kêmaviyê.”

Zêyê Biçuk yan jî Zêyê Kelwê, robarek yê Kurdistanê ye, çavkaniya wê li Rojhilatê Kurdistanê ye. Di nava xaka Başûrê Kurdistanê de derbas dibe û diherike nav Çemê Dicle. Dirêjiya Zêyê Biçuk 400 kîlometreye. Li Başûrê Kurdistanê Bendava Dokanê li ser hatiye çêkirin. Her wiha wek sinorê parêzgeha Hewlêr û Kerkûkê hatiye diyarkirin. Diherike nav Çemê Dîcle û di dawiyê de jî tevlî Kendavê dibe.

ROJNEWS/QELADIZÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.