10'ê Kanûnê, dewleta Tirk a faşîst bi balafirên şer bombe li qada Şelazê ya herêma Metînayê barand. Ji ber vê bombardûmanê hevrêyên me Leyla Eren bi nasnav Avesta Şiyar Şemzînan a li Colemêrgê ji dayik bûyî û Rojîn Sîdo bi nasnav Viyan Cûdî ya li Kobanê ji dayik bûyî şehîd bûn.
Di serî de malbatên van hevrêyên me yên şehîd ên leheng serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soza xwe dubare dikin ku ji bo pêkanîna daxwazên şehîdên me yên leheng û avakirina siberojên azad, em ê têkoşîna xwe bi biryardariyeke mezin dewam bikin.
ANF/BEHDÎNAN