- HPG: Egîd Rojhilat sala 1996'an li qada Kelareşê beşdarî nava refên gerîla bû. Ew yek ji wan hevalan bû ku destpêkê ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên PKK'ê bûbû. Hevrêyê me Egîd piştî ku tevlî nava refên partiyê bû, bi dehan ciwan jî bi bandora wî beşdarî nava refên gerîla bûn û di têkoşîna azadiyê ya gelê me de ked dan.
Egîd Rojhilat sala 1996'an beşdarî gerîla bûbû. Yek ji wan gerîlayan bû ku pêşî ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên PKK'ê bûbû. Arman Nesîmî jî Kurdekî Elewî yê ji Semsûrê bû ku sala 2011’an ji Amedê tevlî nava refên gerîla bûbû. HPG'ê da zanîn ku her du gerîla jî li nêzî gundê Kullu yê navenda Osmaniyeyê, di şer de şehîd bûne.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derheqa her du fermandaran de wiha ye: "24'ê Gulana 2022'an li nêzî gundê Kullu yê navenda Osmaniyeyê, di şerê bi dewleta Tirk a qirker re fermandarên me yên hêja Egîd Rojhilat û Armanc Nesîmî heta kêliya dawî bi îrade û biryardariyeke mezin şer kirin û şehîd bûn. Hevrêyên me Egîd û Armanc ku piştî têkoşîneke salên dirêj li qada Amanosê bûn mînakên herî bijarte yên milîtaniya Apoyî, bi îdîa û biryardariyeke mezin li gel şert û mercên giran jî wezîfeyên xwe yên milîtaniyê bi serketî bi cih anîn.''
Dehan ciwan jê tesîr bûn
HPG'ê derbarê Egîd Rojhilat (Hekîm Bedrî) de ev agahî dan: ''Hevrêyê me Egîd li bajarê Kotol ê Rojhilatê Kurdistanê li gundê Hebeşê ji dayik bû. Sala 1996'an li qada Kelareşê beşdarî nava refên gerîla bû. Ew yek ji wan hevalan bû ku destpêkê ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên PKK'ê bûbû. Bi mîsyona pêşengiyê rabû. Hevrêyê me Egîd piştî ku tevlî nava refên partiyê bû, bi dehan ciwan jî bi bandora wî beşdarî nava refên gerîla bûn û di têkoşîna azadiyê ya gelê me de ked dan.
Hevrêyê me Egîd li qada Kelareşê karê destpêkê yê gerîlatiyê kir û piştre jî li qada Wan-Elbakê têkoşiya. Di vê demê de bi xurtî hînî jiyana li çiyê û gerîla bû, agahî û tecrûbeyên destpêkê yên li ser gerîlatî û şer li vê qadê wergirt. Di dema komploya navneteweyî de ya li dijî Rêberê me hate kirin, hevrêyê me Egîd derbasî qada Zagrosan bû û demeke dirêj li Zagrosan gerîlatî kir. Li qadên Herkî, Oremar, Gever, Şemzînan, Cîlo, Çarçella û Avaşînê ma, bi bandora cografya Zagrosan hîn bêhtir xwe li jiyana gerîla girt û têkoşîna xwe mezintir kir. Hevrêyê me Egîd bi pratîka ku li van qadan meşandî bû xwedî tecrûbe û kesayetiya xwe jî roj bi roj xurtir kir. Di vê demê de ku bi Komploya Navneteweyî re ji gelek aliyan ve êrîş li ser Rêberê me, Tevgera me û gelê me hate kirin, bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re li dijî nêzîkatiyên tasfiyekar ên ji hundir û derve bi îradeyeke gelekî mezin têkoşiya. Hevrêyê me Egîd di vê pêvajoya zehmet de ti carî baweriya xwe kêm nekir û dilsoziya xwe ya bi rêxistinê re timî parast. Hevrêyê me Egîd bi tecrûbeyên ji vê pêvajoyê wergirtî, li pêşberî dîlgirtina Rêbertî timî li xwe dipirsî û weke milîtanekî Rêbertî ji bo pûçkirina êrîşan her tim kete nava hewldanan.
Hevrêyê me Egîd bi tevlîbûna li nava Hêzên Taybet ev lêgerînên xwe şênber kir ku li dijî Komploya Navneteweyî ji bo parastina Rêbertî hate avakirin. Bi saya kesayetiya xwe ya Apoyî ya li Zagrosan wergirtî, bi hezkirina ji hevrêyên xwe û tecrûbeya xwe ya leşkerî hîn ji rojên destpêkê ve li gorî mîsyon, ast û bendewariyan seknek nîşan da.
Xwest li Amanosê û qadên Tolhildanê gerîlatiyê bike
Hevrêyê me Egîd di nava Hêzên Taybet de gelek wezîfe kir, li qadên garê, Qendîl û Zapê ma, wezîfeyên li van qadan bi serketî bi cih anî û gihîşt asta fermandariyeke pêşeng. Di çarçoveya Pêngava 1'ê Hezîranê de ku li dijî Komploya Navneteweyî ji bo azadiya Rêberê me destpê kir, hevrêyê me Egîd xwest li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike, ji bo vê daxwaza xwe bi cih bîne ked û hewldaneke mezin da. Ji her alî ve xwe ji bo pêvajoyeke zehmet amade kir, ji bo bibe fermandar û milîtanekî pêşeng ê Pêngava 1'ê Hezîranê biryardariya xwe nîşan da. Li ser vê bingehê xwest li Amanosê û qadên Tolhildanê gerîlatiyê bike ku dijmin li van qadan herî zêde xwe ewle didît û li dijî gelê me polîtîkayên asîmîlasyonê bi rengê herî hovane dimeşîne.
Gelê herêmê di şexsê Egîd de felsefeya Apoyî nas kir
Sala 2005'an hevrêyê me Egîd derfet dît ku vê daxwaza xwe bi cih bîne û nêzî 10 salan ji Amanosan heta bi Nûrheq û Engîzekê li gelek qadan gerîlatî kir. Hevrêyê me Egîd ev pêvajo weke demên herî hêja yên jiyana xwe pênase kir, şahidî ji şehadeta gelek hevrêyên xwe re kir û bi rojan bi tenê ma lê belê ti tiştî nekarî bandoreke neyînî li dilsoziya wî ya bi Rêber Apo û şehîdan re bike. Piştî pratîka serketî ya li qada Manosan, hevrêyê me Egîd li Herêmên Parastinê yên Medyayê vegeriya û li Ocaxa PKK'ê û li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde dît. Bi kûrbûna li pêvajoya perwerdeyê xwe careke din ji bo Bakurê Kurdistanê amade kir û hewl da li gorî dema azadiyê ya heyî bibe xwedî tevlîbûn û seknekê. Hevrêyê me Egîd her tim xwe nû dikir û di çarçoveya projeya jinûve avabûnê ya partiya me de di rêbaza fermandariyê, di rêbaz û taktîkên gerîla de xwe nû kir û weke fermandarekî pêşeng ê pêvajoya nû careke din derbasî qada Amanosê bû. Piştî ku xwe gihand qada Amanosê, ji ber ku qad nas dikir zû tevlî pratîkê bû, li dijî polîtîkayên dijmin ên ji bo tasfiyekirina gelê me û tevgera me timî çalakî kir. Tevî ku gerîlatiyekî ji Rojhilatê Kurdistanê bû, li Amanosan ku bi giranî gelê Tirkmen lê ye, têkoşîna azadiyê meşand û bi jiyan û sekna xwe bandor li gelê me yê li vir kir, her wiha hewldanên dijmin ên ji bo dijberîkirinê pûç kir. Gelê herêmê ku di şexsê hevrêyê me Egîd de felsefeya Apoyî nas kir, nêrîna xwe ya li têkoşîna me ya azadiyê guherî û bingeha projeya Neteweya Demokratîk a Rêberê me her roj bêhtir xurt bû.
Weke milîtanekî herî bijarte yê Apoyî şehîd bû
Hevrêyê me Egîd ku bi jiyana xwe ya Derwîşane bû milîtanekî mînak û bi wêrekiya xwe ya di şer de tirs berda nava dilê dijmin, li gel êrîşên giran ên dijmin, her wiha tevî şert û mercên zehmet jî di asteke bêhempa de têkoşîneke bi biryar û îdeolojîk meşand. Ji dema tevlî nava refên gerîla bû heta bi kêliya şehadetê xwedî têkoşîneke bêeman bû. Bandorên gelekî xurt li gelek hevalan kir. Hevrêyê me Egîd ku weke milîtanekî herî bijarte yê Apoyî şehîd bû, weke kadroyekî pêşeng ê PKK a ku 'Partiya Şehîdan' e wê her tim di dil û mejiyê hevrêyên xwe de be. Heta ku PKK hebe ew ê jî bê bîranîn.''
Bawerî da hemû hevrêyên xwe
HPG'ê derbarê Armanc Nesîm (Beraat Boztemîr) de jî ev tişt gotin: ''Li Semsûrê li nava malbateke welatparêz û ji çanda Elewî ji dayik bû. Armanc hîn di zarokatiyê de rastiya dijmin nas kir û li hemberî dewleta Tirk a qirker sekneke dijber nîşan da. Sala 2011’an de ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi qasî 5 salan li qada Amedê ma û li wir beşdarî xebatê bû. Di şexsê hevrêyên li qada Amedê de derfeta naskirina hevrêtiya nû û jiyana Partî bi dest xist û bi girêdan û coşeke mezin tevlî jiyana partiyê bû. Li qada Amedê di gelek xebatên cuda de cihê xwe girt û bi hesasiyet û berpirsyariya xwe ya di van xebatan de bawerî da hemû hevrêyên xwe.
Hevrêyê me Armanc ji bo hem tevlî perwerdeya navendî bibe, hem jî xwe di taktîk û şêwaza leşkerî ya serdema nû de kûr bike, weke namzetê fermandariyê di sala 2015'an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me Armanc ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Akademiya Hakî Karer perwerdeya bîrdozî û leşkerî dît, di encama pêvajoya perwerdeyê de hewl da ku bibe milîtanekî tijî.
Beşdarî Hezên Taybet bû
Hevrê Armanc ê ku di ferqa divê milîtanekî Rêbertî di her warê jiyanê de bi awayek fedaî tevlî têkoşînê bibe, beşdarî Hezên Taybet bû ku di wê baweriyê de bû ku wê herî baş vê bi dest bixe. Piştî perwerdehiya xwe ya li Hêzên Taybet bi serketî qedand, plansaziya xwe, plan û xeyalên xwe yên pêşerojê bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrê Armanc bi helwesta xwe ya nerm û durust di dilê hevrêyên xwe de cih girtiye. Hevrê Armanc ku hezkirina wî ya jiyanê di çavên wî de tê dîtin, di hemû qadên jiyanê de bi îrade bûye. Hevrêyê me Armanc ê felsefeya Rêber Apo esas girt, her ku digihêşt cewhera xwe sadetir dibû, her ku sade dibû fikir û dilê wî xweştir dibû.
Hevrêyê me Armanc ê ku ji bo bigihêje xeyalên mezin têkoşîneke mezin da û berê xwe da qada Amanosê ya ku dixwest lê gerîlatiyê bike, bi pêkanîna yek ji xeyalên xwe yên herî mezin kêfxweşiya bêhempa dît. Hevrêyê me Armanc ê ku demeke dirêj li qada Amanosê gerîlatiyê kir, bi îradeyek mezin, bi biryardarî û lehengiyeke mezin têkoşîna xwe bi şehadetê tacîdar kir û cihê xwe di nava fermandarên hilbijare ên dîroka gelê me ya azadiyê de girt."