MEHMET GULAŞ / MA / WAN

Mehmet Emîn û Mahmût Aslan birayên hev in û bi salane girtî ne. Tevî nexweş in jî nayên berdan. Hacî Aslan ê ku ji ber çalakiya “azadiyê” agahî ji birayên xwe nagire, got: “Em bibin dengê girtiyan.”

Kujer û tetitikkêş bi biryara Serokkomarê AKP’yî Recep Tayyîb ve yek bi yek tên berdan lê li aliyê din berdan ango tehyliyeya girtiyên polîtîk ên Kurd tê astengkirin û dirêjkirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); 651 kes jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. 

Bi nexweşiya mîdeyê ye

Mahmut (47) û Mehmet Emîn Aslan (51) birayên hev in û herdu jî di nav lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de cih digirin. Mehmet Emîn Aslan di sala 1996'an de li Edeneyê di nezaretxaneyê de îşkenceya giran lê tê kirin û paşê ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Aslan ji aliyê Dadgeha Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Konyayê hat darizandin û bi îdiaya "Xerakirina yekitiya dewletê û hevpariya welat" cezayê muebedê lê hat birîn. Mehmet Emîn Aslan ê li gelek girtîgehan maye bi nexweşiya mîdeyê ye.

Epîlepsî pê re heye 

Mahmut Aslan jî sala 1998'an li Wanê bi îfadeya şahidekî hat destgîrkirin, bi qasî 40 rojan bi îşkenceya giran lê tê kirin. Aslan jî li Dadgeha Ewlekariya Dewletê hat darizandin û bi îdiaya "Xerakirina yekitiya dewletê û hevpariya welat” cezayê muebedê lê hat birîn. Bi êşkenceyê destê wî yê rastê hate şikandin. Halê hazir bi nexweşiyê epîlepsiyê ye, her wiha ji mîdeya xwe jî nexweş e û osteoporez jî lê peyda bûye.

Agir berdabû bedana xwe 

Mahmut Aslan di çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2018-2019’an de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê rakirin, agir berda bedena xwe. Piştî çalakiyê ew rakirin nexweşxaneyê û bi dû tedawiyê re ew dîsa şandin girtîgehê. 

Dayika wan piştî serdanê qeza kir 

Her du bira çend salan li girtîgeha Mûşê û Sîlîvriyê bi hev re man. Bi girtina her du birayan re zor û zehmetî jî derketin pêşiya malbatê û mafên wan hatin binpêkirin. Malbata Aslan di sala 1998’an de dema ji serdana girtîgehê vedigeriya Wanê, li ser rêya Xarpêt-Çewligê qeza kir û di qezayê de dayika wan Meryem Aslan jî di  nav de 3 ferdên malbatê wefat kirin.

7 sal in nikare birayên xwe bibîne 

Kekê wan Haci Aslan diyar kir nema dikare birayên xwe bibîne û got: “Berê min dikaribû biçûma hevdîtina birayên xwe. Lê belê ji ber emrê min û nexweşiyên min nikarim mîna berê biçim. Her hefte li nexweşxaneyê me. Krîza aborî jî bandorê li ser me dike. Ji ber van sedaman 7 sal in ez neçûme hevdîtina birayên xwe û nikarim wan bibînim.” 

Biqest wan dişinin girtîgehên dûr 

Aslan diyar kir ku sedema bingehîn a ku girtiyan dişînin girtîgehên bajarên dûr ew e ku têkiliya malbatê û girtiyan ji hev qut bikinç

Ji Nîsanê me me hay ji wan nîne 

Aslan destnîşan kir ku wî ji meha nîsanê ve piştî girtiyan dest bi çalakiya azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirine û hevdîtin û telefonê boykot dikin agahî ji birayên xwe negirtiye û piştî 4’ê Nîsanê Mahmût geriyaye ji wan re gotiye wî ji Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê kirine û ew jî ji bo vê agahiyê bide geriyaye. 

Divê Ocalan azad bibe 

Aslan banga “Bibin dengê girtiyan” li raya giştî kir û ji bo dawî li pêvajoya şer bê anîn muxatabê vê yekê Rêber Abdullah Ocalan e. Aslan got: “Birêz Ocalan îradeya gelê Kurd e. Bi peyamek wî herka dinyayê biguhere. Heta ku ev tecrîd berdewam bike ne em Kurd û ne jî Tirk wê nikaribin di nava jiyanek aştiyane de bijîn. Divê ev bêhiqûqî demildest bê bidawîkirin û Ocalan bigihîje azadiya xwe.”