Li bajarê Elmanyayê Stuttgartê 3 jê girtî 5 Kurdistanî tên dadgehkirin. Dozger hîna nû di dozê de mutalaya xwe bi dawî kir. Dozger doza cezayê herî bilind yanî 5 sal û 4 mehan ji bo Veysel S. xwest.
Doza Stuttgartê ya li dijî Kurdistaniyan a li hepsa Stammheimê, ev qederê 3 salan e, dewam dike, bi rûniştina 87´an dewam kir. Xwendina mutalaya dozger pêr bi dawî bû. Dozger ji xala 129b ya Qanûna Ceza ya Elman xwest cezayê hepsê li Kurdistaniyan bê birrîn. Dozger xwest rewşa girtîbûnê ya girtiyan dewam bike. Dozger bi îdîaya "endam û rêveberê PKK´ê ye" xwest ji ber xebatên wî yên di navbera 2014 û 2018´an de 5 sal û 4 meh ceza li Vezsel S. bê birrîn. Bi hincetên destekkirina PKK´ê dozger xwest li Ozkan T. 3 sal û 9 meh, li Agit K. jî 3 sal û 10 meh ceza bê birrîn. Dozger ji Cihan A. yê serbest tê dadgehkirin salek û 10 meh û ji bo Evrim A. ya serbest tê dadgehkirin jî 2 sal û 6 meh cezayê hepsê xwest.
Di mutalayê de xebatên legal ên siyasî weke sûc hatin nîşandan. Wekî din jî, li gorî yekê ji parêzerên dozê, Fatma Sayanê, du îdîayên sereke yên dozgeriyê di dema dozê de kirin, dozger bi xwe jî weke piştrastnebûyî qebûl dike. Yanî dozger bawer dike ku îtîrafker derewan dike. Yek ji van îdîayên îtîrafkar Ridvan Ozdemir ew e ku ew bi zorê birine jêrzemînê û şidet li dijî wî bikaranîne. Ya din jî derewa wî ya dibêje, bi darê zorê li restoranê pere jê stendine. Tevî ku dozgerî ji van herdu sûcên giran bawer nake jî, mutala li gorî parêzer Sayan, xwe disipêre îdîayên îtîrafkarê derewker.
Xebatên siyasî jî sûc hesibandin
Di mutalaya 170 rûpelî de xebatên siyasî yên Kurdistaniyan sûc hatin hesibandin. Kampanyayê alîkariya pere, organîzekirina şev û çalakiyên siyasî, beşdariya xebatên hilbijartinê, firotina bilêtan, û heta agahdarkirina çapemeniya Kurd jî weke sûc hatin nîşandan.
Di rûniştina 15´ê Nîsanê de Kurdistanî wê bersivê bidin gunehbariyan û parastina xwe bikin.
STUTTGART