Doza xweseriyê birin Bexdayê

Çarşem 22 Hezîran 2022 - 21:39

  • Şandeyeke ji Şengalê 19’ê Hezîranê bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re hevdîtineke fermî kir û li ser rewşa Şengal, Iraq û daxwazên civaka Êzîdî sekinî. 

BÊRÎVAN ŞENGALÎ / ANF/ŞENGAL

Şandeyeke ji Şengalê 19’ê Hezîranê bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re hevdîtineke fermî kir û li ser rewşa Şengal, Iraq û daxwazên civaka Êzîdî sekinî. 

Berhem Salih bi amadebûna Serokê Parastina Nîştîmanî Hemîd El-Şatirî li koçka Selam a li paytext Bexdayê pêşwaziya şandeyê kirîbû. Di nav şandeyê de Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Omer Salih jî hebû. Salîh li ser hevdîtinê got, “Di nav şandeyê de ji Îttihad Wetanî, Dawid Cindî, Saîd Betoş ji Hizba Teqqadûm bû, em li ser navê PADÊ, Neam Elyas li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Suham Dexîl, Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo, Rêvebirê Bajarokê  Sinûnê yê Şengalê Xwedêda Çûkê, Fuad Hemîd, li ser navê Mesihiyên Şengalê Îsa Şemo, Şêx Ehmed Medlî û Xelîl Brahîm Eyaz ji Suniyan, Abdilrezak li ser navê Tirkmenên xelkê Şengalê li wir bû.”

Salih got, armanca wan ragihandina rapora daxwazên civaka Şengalê bû: “Me dosyeya xwe da serokkomarê Iraqê. Di demeke nêz de herî dereng di nav 6 mehan de divê qeymeqemê Şengalê bi biryara gelê Şengalê were hilbijartin. Daxwaza me ew e ku em xwe bi xwe, bi rê ve bibin da ku tu kes li ser Şengalê nikaribe bazarê bike. Şengal bi xwe biryaran bide, xelkê li Şengalê vegerîne.’’ 

PDK´ê xwest hevdîtinê asteng bike

Omer Salih got, mijareke din a sereke jî meseleya vegera koçberan bûye: “Me got, ji ber sedema pîlanên siyasî koçber nikarin vegerin.”

Hevserokê PADÊ Omer Salih got, wa hizb hemû û heta PDK jî dawet kiriye, lê wê tê de cih negirtiye. Omer Salih got, haya PDK’ê ji civînê hebû, Viyan Dexîl wan jî nexwest û li ber çêbûna hevdîtinê rabûne.

Dema 2014´an êriş bi ser Şengalê de hatin, PDK´ê pişta xwe da gel, ji dijminan re hişt û çû. Lê belê îcar sala 2017’yan li ser Şengalê ti êriş nîn bû, Haşdî Şabî cihê xwe berda û valahiya çêbû xwestin dagirin. Lê ya eşkere ew e ku naxwazin aramî û sikûnet li Şengal çêbibe. Em naxwazin ew rêvebiriya berê were dest bavêje vir û bi dilê xwe bi rê ve bibe.”

Li dozê bibin xwedî

Omer Salih di dawiyê de behsa êrişên vê dawiyê yên li dijî Şengalê jî kir û got, "PKK’ê ji xwe re dikin hincet, lê ev ne rast e. Em bi xwe ne.

Ew her astengiyê derdixin, Heyder Şeşo ew jî tê de. Hinek derdor jî hene, dixwazin berê Êzidiyan bidin hev. Bi şertê ku em tifaq û parastina Şengalê bikin, em bikarin gelê xwe biparêzin, amade ne bi her aliyî re bipeyivin. Em bêyî gelê xwe ti nînin. Em bang li civaka xwe dikin, bila li doza xwe bibe xwedî. MÎT’ê xwe li her derê bi cih kiriye. Mixabin îro Êzîdiyên bi MÎT’a Tirk re kar dikin, hene." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.