Doza qirkirinê li dijî HDP'ê

În 19 Adar 2021 - 10:30

  • Doza girtina HDP'ê ya çûyî ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk, bi îdîanameya serdozgeriyê îsbat bû, parçeyek ji  hewldana qirkirina miletê Kurd e. Dewleta Tirk hem dixwaze HDP'ê bigire û hem jî siyasetê li tevahiya rêveberên wê qedexe bike. 

Dewleta Tirk piştî ku çavnebariya wê yekê kir ku Kurd vîna xwe ya siyasî birêxistin bikin û îfade bikin, piştî pênc partiyên wan ên siyasî, niha jî destê xwe lê vemalî ku HDP'ê jî qedexe bike. Dozgeriya giştî ji bo girtina HDP'ê doz li Dadgheha Destûra Bingehîn a Tir vekir. Dogeriya giştî di îdîanameya xwe de her wiha xwest ku li 687 kesan cezayê siyasetnekirinê ê 5 salan jî bê birrîn.

Ji mêj e ku rayedarên dewleta Tirk qedexekirina HDP'ê jî tînin rojevê. Ji desthilatê heta bi hin aliyên qaşo muxalif, siyaseta Tirk behsa qedexekirina HDP'ê bi dengekî bilind kir. Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Suleyman Soylu bi xwe jî ji bo vê kampanyayê gelek derew û gotegot li ser çapemeniyê belav kirin.

Jixwe, Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind a Tirk, Bekir Şahîn jî hîna beriya çendekê bûbû mêvanê wî. Gelekî muhtemel e ku wezîr bixwe ferman dabe dozger vê dozê veke. Yanî doz bi rengî xwe yê teknîkî jî ne serbixwe ye. Di çarçoveya êrişên qirkirina miletê Kurd ên dewleta Tirk de ye, eynî weke qedexekirina HEP'ê 14'ê Tîrmeha 1993'yan, ya 23'yê Mijdara 1993'yan, ya DEP'ê 16'ê Hezîrana 1994'an, 13'ê Adara 2003'yan qedexekirina HADEP'ê, 12'ê Kanûna 2009'an qedexekirina DTP`ê.

Jixwe, bi doza girtina HDP'ê re, dozger doza qedexekirina siyasetê ya 5 salan li 687'an jî dike. Ev jî armanca qirkirina Kurdan eşkere nîşan dide. 
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind a dewleta Tirk , Bekîr Şahîn pêr derbarê girtina HDP’ê de miracaetî Dadgeha Destûra Bingehîn kiribû. Bi rêya çapemeniyê îdianame kite bi kite eşkere bû.

Serdozger bi îdianameyê dixwaze siyaset ji bo 5 salan li 687 kesan bê qedexekirin. Di nava van de Hevserokên Giştî yên niha û yên berê hene. Hin ji van, Pervîn Bûldan,  Mîthat Sîncar, Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Meral Daniş Beştaş, Sezaî Temellî, Ahmet Turk, Leyla Zana, Ayhan Bîlgen, Selma Irmak, Sebahat Tuncel, Nûrsel Aydogan, Ertûgrûl Kurkçu, Sirri Sureyya Onder in.

Di îdianameyê de hat xwestin ku alîkariya xezîneya ji bo HDP’ê tê razandin, bi temamî were qûtkirin. Di îdianameyê de hincet jî yên carê bûn: ji bo yekparebûna Tirkiyê, aramiya civakê û ewlehiyê, girtina HDP’ê girtineke hiqûqî ya mecbûrî ye: “Partiya dozlêkirî di ti meseleya millî de li cem Tirkiyê cih negirtiye, li dijî wan kî hebe, wê tercîh kiriye di nav refên wan de cîh negire.” 

 

Girtina HDP'ê derbê li demokrasiya seqet dixe

Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ragihand, ku ew hewldana dewleta Tirk a ji bo girtina HDP'ê û betalkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP'î 'ji nêz ve' dişopînin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYE'yê de hate gotin, "Em destpêkirina hewldanên tesfiyekirina HDP'ê dişopînin ku ev yek bi rengekî nepêwîst wê îradeya hilbijêrên Tirk serûbin bike, bêhtir derbê li demokrasiya li Tirkiyeyê bixe û bi milyonan welatiyên Tirk ji nûnerên xwe bêpar bihêle."

Berdevkê wezaretê Ned Price got, "Em bang li hikûmeta Tirk dikin da ku hurmetê nîşanî azadiya îfadeyê bidin ku bi peymanên navneteweyî hatine destnîşankirin. Di serî de betalkirina wekîltiya parlamenter Omer Farûk Gergerlîoglû, DYE tedbîrên 17'ê Adarê yên ku cihê aciziyê ne û bûyerên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.