HAKAN YALÇIN/MA/ENQERE
Ozan Alpkaya di Girtîgeha Hejmar 1 a Sîncanê de girtî ye. Wî da zanîn ku rêveberiya hepsê 17 pirtûkên bi Kurdî nedane wî û piştî biryara redkirinê ya Dadgeha Destûra bingehîn a Tirk (AYM) wî doza xwe biriye DMME'yê.
Nivîskar Ozan Alpkaya, sala 2008'an li Amedê hat girtin û 29 sal ceza lê hat birrîn. Ev bû qederê 2 salan ku ew di Girtîgeha Hejmar 1 a Sîncanê de girtî ye. Wî da zanîn ku heta niha 17 pirtûkên bi kurdî yên jê re hatine şandin, nedane wî.
Alpkaya bi rêya malbata xwe berisva pirsên me da. Alpkaya got, "Me û rêveberiya girtîgehê gelek caran ev mijar nîqaş kir. Beriya çend mehan, gava me ji wan pirsî 'çima hûn pirtûkên bi Kurdî nadin?', ti bersiva wan nebû.
Perê wergêr bide!
Di van rojên dawiyê de gava min careke din ji wan pirsî, gotin 'Komîsyona Perwerdehiyê ya Girtîgehê tenê dikare pirtûkên bi Tirkî kontrol bike. Ger hûn bixwazin pirtûkên bi kurdî yên ji were tên şandin, bigihîjin ber destê we, divê hûn di daxwaznameya ewilî de binivîsin, ez wergêr dixwazim. Di daxwaznameya duyan de jî hûn bibêjin gava pirtûkên ji min re hatine şandin, hatin xwendin û ji aliyê wergêr ve hatin wergerandin, ez dixwazim heqê wergêr ji hesabê min bê birrîn.' Dibêjin, ji xeynî vê, em nikarin pirtûkan bidin we."
Li gorî DMME´yê binpêkirina mafan e
Alpkaya ragihand ku ji ber vê, wî miracaetî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) daye û wiha dewam kir: "Ji ber vê bêhiqûqîtiyê, min doz bire Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). AYM'ê doza min red kir. Vê carê me doz bire DMME'yê. Berê jî heman tişt li girtîgehên din hatibû serê girtiyan û wan jî doz birirbû DMME'yê. DMME'yê ev yek wekî binpêkirina mafan hesibandibû."
Alpkaya destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê bi pêkanînên bi vî rengî dixwaze astengiyan deyne ber Kurdî û got, ew ê jî di vî warî de her rêya hiqûqî biceribîne.