- Doza li dijî parlamentera eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemir a ji ber nîşandana alaya PKK´ê hat betalkirin.
Doza li dijî parlamentera eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemir a ji ber nîşandana alaya PKK´ê hat betalkirin.
Hevseroka Koma partiya Çep li Meclîsa Eyaletê ya Hamburgê Cansu Ozdemir ev du sal in ketiye ber dozekê ji ber ku li ser înternetê alayeke PKK´ê parve kiribû. Dadgehê hukim kiribû ku Cansu pereyê ceza bide. Lê wê ev pere nedabû û doz biribû temyîzê.
Di salvegera qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê de 27´ê Mijdara 2017´an Cansuyê li ser Twitterê "Bila qedexekirina PKK´ê bê betalkirin! ForbiddenInGermany" parve kir. Di bin nivîsê de jî wêneyekî alaya PKK´ê li ajansa nûçeyan a Elman DPA´yê berê bi cih kiribû.
Dadgeha cihî 500 euro cezayê pere li Cansuyê birrîbû. Wê ev pere nedabûn û ceza bûbû 1500 euro. Doz paşê çûbû temyîzê û dadgeha îdarî 4 hezar û 500 euro pereyê ceza li Cansuyê birrîbû.
Lê belê Cansuyê got, ew ê 1000 euroyî bide komeleyeke li xêra cemaweriyê dixebite û pereyê mayî nede. Doz bi vî rengî çûbû dadgeha temyîzê. Rûniştina dozê sibe bû, lê beriya wê Dadgeha Bilind a Eyaletê da zanîn ku doz bi dawî bûye û ne lazim e Cansu cezayê pere bide. Bi vî rengî doza li dijî wê jî betal bû. HAMBURG