ERDOGAN ZAMUR/LOZAN

 

Nerazîbûnên ji ber astengkirina kongreya KCDK-E´yê ya ku wê li bajarê Kolnê bihata li darxistin, dewam dikin. Hevserokê KNK´ê Ahmet Karamûs, endamê Konseya Rêveber a KCK´ê Zubeyîr Aydar, Hevserokên CDK-S´ê Îsmaîl Kardaş û Selma Suren, û Hozan Şemdîn beşdarî meşa ji Lozanê ber bi Cenevreyê ya bi pêşengiya Defend Kurdistanê dibin. Wan jî nerazîbûn nîşanî vê helwêsta Elmanyayê ya astengkirinê da.  

Dev ji vê siyaseta li dijî Kurdan berdin

Hevserokê KNK´ê Ahmet Karamûs nerazîbûna xwe wiha îfade kir: "Saziyên Kurd ên li Elmanyayê saziyên demokratîk in. Helbet, heqê wan e ku kongreyên xwe li dar bixin. Ev nîşan dide ku hevkariyeke bi rejîma faşîst a Tirk re heye. Ev biryara astengkirinê derbeke li demokrasî û azadiya fikir dane. Ev dewama siyaseta li dijî Kurdan a vê dawiyê ya Elmanyayê ye. Hîna nû pêşî li heyeta biçe Başûrê Kurdistanê girtin, azadiya ger û geştê ya mirovan binpê kirin. Ev hevkariya wan a bi dewleta Tirk re nîşan dide." Wî xwest Elmanya dev berde ji siyaset û zexta qedexeker a li dijî Kurdan.

Mafên me yên rewa ne

Endamê Konseya Rêveber a KCK´ê Zubeyir Aydar jî got, "Ew jî dizanin ku hinceta beşdarbûna 200 PKK´yiyan li Kongreyê, derew e, ew jî ji vê bawer nakin. Ev biryar xizmeta miletê Elman nake, tenê xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike. Weke Kurd em ê ji ya xwe neyên xwarê. Em ê mafên xwe yên rewa li her derê bi kar bînin. Tevgera Azadiyê ya Kurd aliyekî vî şerî ye. Ew rewa ye û tevgereke azadiyê ye. Em ê bi mafên xwe yên rewa vê siyasetê pûç bikin."

Kurdan krîmînalîze dikin

Hozan Şemdîn jî got, ev siyaseta krîmînalîzasyonê ya li dijî miletê Kurd e li elmanyayê û tesîrê li bêhtirî milyonek Kurdî dike. Hozan Şemdîn biryara astengkirina kongreya KCDK-E´yê jî weke cihê şermê bi nav kir. 

Em serî natewînin

Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan li Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş jî got, "Elmanya vê dawiyê bi her awayî destekê dide dewleta Tirk. Elmanya û dewletên din jî bila zanibin, Kurd serê xwe li ber astengkirinan natewînin."

Hevseroka CDK-S´ê Selma Süren jî got, "Em ê li her platformê vê têgihiştinê teşhîr bikin. Em ê ti carî dev ji doza xwe ya azadiyê bernedin."