- Dozgeriya Edenê ji ber navê Kurdstanê doz li parêzer Şîar Rişvanoglu vekir.
Parêzer Şîar Rişvanoglu beriya bi 2 salan, li Civata Giştî ya Baroya Edeneyê de got "Gerilla û Kurdistan". Ji ber vê gotina wî doz lê hat vekirin. Doz ji xala 301’ê ya qanûna ceya ya dewleta Tirk a dagirker hat vekirin. Rûniûtina 1´ê ya li dijî parêzer Şîar Rişvanoglu doh bû.
Baroya Edeneyê 15'ê Cotmeha 2018'an Civata Giştî ya 30'emîn kiribû. Parêzer Şîar Rişvanoglu yê ku bi KHK'ê (Biryara bi hukmê qanûnê) ji wezîfeyê hat dûrxistin, di kongreyê de gotibû "Gerîlla û Kurdistan“. Piştî vê bi 2 salan doz lê hat vekirin û rûniştina doza wî doh çêbû. Serdozgerê Komarê yê Edeneyê nûçeya Rojnameya Metrepol a Çukurova ya bi sernavê "Ez Serdozgerê Komarê dawetî peyvirê dikim" wekî gilî qebûl kir û doz li Rişvanoglu vekir. Danişîna 1´ê ya dozê doh li Dadgeha Cezayên Giran a 9´an a Edeneyê bi rê ve çû. Di rûniştinê de parêzer Rişvanoglu û gelek parêzerên din amade bûn. Rişvanoglu, bal bire ser xala 26'emîn a Destûra Bingehin û xala 10'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê û xwest dadgeh biryara beraeta wî bide.
Heyeta dadgehê jî bi hinceta kemasiyên dosyayê bên temam kirin, doz taloqî 28'ê Çileyê 2021’ê kir.
MA/EDENE