- Sibe (26´ê Çileyê 2022´an) Dadgeha Îdarî ya Federal a li bajarê Elmanyayê Leipzigê wê doza elaqedarî qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamya û şirketa muzîkê MÎR Multimediayê dest pê bike.
Sibe (26´ê Çileyê 2022´an) Dadgeha Îdarî ya Federal a li bajarê Elmanyayê Leipzigê wê doza elaqedarî qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamya û şirketa muzîkê MÎR Multimediayê dest pê bike. Adara 2018´an polês bi ser avahiyên her du saziyan ên li bajarê Neussê de girtibû û 12´ê Sibata 2019´an jî bi biryara Wezareta Karê Hundir a Elman, deriyê her du saziyan hat girtin û qederê 50 hezar berhem û hêmanên arşîvê jî hatin desteserkirin. Wezaretê her du sazî bi îdîaya rêxistinên ser bi PKK´ê ne, qedexe kirin.
Weşanxaneya Mezopotamya û şirketa muzîkê MÎR Multimedia li ber vê biryara qedexekirinê rabûn û doz li hikûmetê vekirin li Dadgeha Îdarî ya Federal a Elman. Rûniştina yekê ya dozê sibe li Leipzîgê dest pê dike.
Bi dozê re di heman demê de xwepêşandaneke piştgiriyê jî tê lidarxistin saet 10:00´an li Simsonplatz 1 a li Leipzigê. Nivîskar, weşanger û muzîkjenên Kurd dan zanîn ku ew ê di çalakiyê de cihê xwe bigirin.
Beriya wê bêhtirî 100 çêkerên huner û medyayê nameyeke vekirî weşand û piştgirişiya xwe bi her du saziyên Kurd ên qedexekirî re nîşan da. Wan gotibû: “Em doza mafê sereke û destûrî yên demokratîk ên azadiya huner, fikr, çapemenî û weşanê ji bo mirovên Kurd ên li Elmanyayê jî dikin.”
FRANKFURT