- Siyaseta dorpeçkirinê a hikumeta Şamê li hemberî koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin, dewam dike.
Hikumeta Şamê li dergehên di navbera kantona Şehba û bajarê Helebê de ku tenê 15 km ji hev dûr in, nahêle ku derman, alavên tenduristiyê, sotemenî û ard derbasî Şehbayê bibin. Ew yek dibe sedem ku koçberên Efrînê di şert û mercên dijwar de bijîn.
3 zarok mirine
Li gorî çavkaniyekî ji Nexweşxaneya Avrîn, Heyva Sor a Sûrî ev du meh in rê nade ambulansên din ku nexweşan veguhêzin nexweşxaneyên Helebê. Ew bi xwe jî bi zanebûn nexweşan paşguh dike û çûna wan ji bo dermankirinê asteng dike.
Di çend rojên derbasbûyî de, ji ber xemsarî û derengmayîna ambulansa Heyva Sor a Sûrî 3 zarokan li Şehbayê jiyana xwe ji dest da.
Bijîşkê ku çavdêriya rewşa zarokekî dikir diyar kiribû ku divê zarok bi lez derbasî nexweşxaneyeke Helebê bikin, lê belê ambulansa Heyva Sor a Sûrî çend demjimêran dereng ma û ji ber wê zarok jiyana xwe ji dest da.
Derbarê mirina 3 zarokan de, endamê rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn Dr.Osman Şêx Îsa peyivî. Dr.Osman Şêx Îsa got hikumeta Şamê ji beriya zêdetirî 3 salan ve nahêle sivîl biçin bajarê Helebê da ku li nexweşxaneyên wê werin dermankirin, û wiha axivî: “Her wiha rê nade ku alavên tenduristiyê û derman derbasî Nexweşxaneya Avrîn bibe. Rojane zêdeyî 400 koçberên ji Efrînê ji bo dermankirinê diçin Nexweşxaneya Avrînê, lê belê derman û alavên tenduristiyê tune ne û di encamê de dermankirina nexweşan dijwartir dibe. Sedema sereke ku dihêle koçberên li vir jiyana xwe ji dest bidin, dorpêça hikumeta Şamê ye û kiryarên keyfî yên li dijî şêniyên herêmên Şahbayê ye.”
FÎRAS ÎBRAHÎM - ANHA/ŞEHBA