Dorpêça li ser Kobanê didome

Duşem 9 Sibat 2026 - 03:47

Dorpêça li ser Kobanê di roja 20’î de didome. Li bajarê ku av û ceyran ser hatine qutkirin, xurek û pêwîstiyên din ên jiyanî jî êdî li ber qedînê ne.

Gef û dorpêça HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê berdewam in. Dorpêça li ser bajarê Kobanê ku nîv milyon mirov dijîn, di roja 20’î de ye. Kobanê hem berpirsyartiya koçberên bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne li xwe digire hem jî li dijî êrişan li ber xwe dide.

Bi lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya 30 Çileyê hate ragihandin diviyabû 2’yê Sibatê dorpêç hatibane rakirin. Dorpêç berdewam dike û êrişa siyasî û psîkolojîk a li ser Kobanê berdewam dike.    

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.