Dorpêça li ser Kobanê didome

Çarşem 4 Sibat 2026 - 03:15

Dorpêça li ser Kobanê didome. Nêzî 600 hezar mirov ku bi hezaran ji wan koçber in, ji ber nebûna av, elektrîk û dermanan di rewşeke zehmet de ne.

Ji ber dorpêça komên çete yên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk a li ser Kobanê ku dewam dike, xeterî li ser jiyana zêdeyî 600 hezar mirovî heye. Bi taybetî derman nayên peydakirin, nexweşên penceşêrê nikarin derkevin derve û tedawiya xwe dewam bikin. Elektrîk li ser wan hatiye qutkirin û madeyên sotemeniyê û xwarinê nayên peydakirin.

Gelê Kobanê ji roja destpêkê ve hem berpirsyariya koçberan rakir hem jî gund û bajarên xwe diparêzin. Destûr nedan komên çete yên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ku bi pêş ve biçin. Berxwedana gelê Kobanê di mercên zehmet de dewam dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.