• KCK: Em dikarin bêdudilî dibêjin, gelê me di hilbijartina 14’ê Gulana 2023’yan de derseke dîrokî da AKP-MHP a faşîst mêhtinger qirker û dijminê Kurdan. Gelê me bi ti awayî rê neda faşîzmê û Kurdistan kir navenda têkoşîna rewa ya demokratîk.

KCK’ê diyar kir ku hilbijartin di nava şert û mercên giran ên zordariyê de hatiye kirin, encam jî ne ya eşkerekirî ye. Li ser mijarê KCK´ê got, “Li Tirkiyeyê teqez faşîzm wê hilweşe û Tirkiye wê demokratîk bibe. Siberoja Tirkiye û Kurdistanê wê ji aliyê gelan, hêzên demokrasiyê û têkoşîna jinan ve bê diyarkirin. Encamên hilbijartinê bi awayekî zelal nîşan didin ku ev yek wê bibe.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê daxuyaniyek weşand û got, “Ji ber xetera faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser gelê Kurd, civaka Tirkiyeyê û gelan, hilbijartina 14’ê Gulana 2023’an gelekî girîng hatibû dîtin. 

Desthilatdariya AKP-MHP’ê derfetên dewletê hemû, her wiha her cûre zext, zordarî û tundî xiste dewrê, xwest ku îradeya gelê Kurd û beşên civakê yên demokratîk neyê nîşandan, lê belê gelê Kurdistanê yê welatparêz li ber her cûre zext û zordariyê rabû, hemû beralî kirin û di hilbiajrtinê de îradeya xwe bi rengekî xurt nîşan da, mohra xwe danî binê serketineke mezin.

Em dikarin bêdudilî dibêjin, gelê me di hilbijartina 14’ê Gulana 2023’yan de derseke dîrokî da AKP-MHP a faşîst mêhtinger qirker û dijminê Kurdan. Ji ber vê, em serketina dîrokî û bi wate ya gelê Kurdistanê yê welatparêz, em ji dil pîroz dikin. Gelê me bi ti awayî rê neda faşîzmê û Kurdistan kir navenda têkoşîna rewa ya demokratîk. Ev helwêsta gelê me, gaveke gelekî girîng e, ew ê dawiyê li faşîzmê bîne. 

 

Jinan pêşengî ji karên hilbijartinê re kirin

Jin bi rengekî çalak tevlî karên hilbijartinê bûn, ji her kesî bêhtir xwedî li pêvajoyê derketin û pêşengî ji karên hilbijartinê re kirin. Lewma ji bo afirandina temsîliyeteke xurt a jinan bipêşketineke gelekî girîng e û cihê şanaziyê ye. Ji ber vê encamê jî em jinan pîroz û silav dikin.

Hilbijartina 14’ê Gulanê di nava şert û mercên welê de pêk hat ku zexta antî demokratîk gihîşt asta herî bilind. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ku hêza dewletê di destê wê de ye û hêza rêvebirina dewletê ye, li her devera Tirkiyeyê zexta li ser civakê zêde kir û hewl da ku nehêle îradeya demokratîk a civakê bê nîşandan. Lê belê zexta li Kurdistanê û li ser gelê Kurd girantir û tundtir bû. Armanca bingehîn a desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst qirkirina Kurdan bû, lewma jî hêza dewletê hemû xiste dewrê, zexta li ser gelê Kurd bênavber meşand û di pêvajoya hilbijartinê de ev zext girantir kir. Bi giştî li Tirkiyeyê bi taybetî jî li Kurdistanê bêyî nirxandina polîtîka û zextên faşîst, nirxandineke rast a hilbijartinê nikare bê kirin.

Faşîzma AKP-MHP’ê ne tenê beriya hilbijartinê, di heman demê de di dema hilbijartinê de jî polîtîkaya zext û tundiyê meşand. Demeke kurt beriya hilbijartinê operasyonên siyasî yên berfireh kirin, bi dehan rojnamevan, parêzer, siyasetvan û kesên ku bi rengekî çalak tevlî pêvajoya hilbijartinê bûbûn, girtin. Gel piştgiriyeke xurt da hêzên demokrasiyê û namzetên demokratîk, hebûna lawaz a AKP-MHP’ê ya li Kurdistanê lawaztir kir û nehişt faşîzm bikeve Kurdistanê.

 

Encam ne mîna ya hatiye eşkerekirin e

Encama ku di hilbijartinê de derkete holê teqez ne weke ya ku hatiye nîşandan e. Faşîzma AKP-MHP’ê her cûre hîle û fen kirin û encam jî berevajî kirin. Ji bo encamên ku gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk li gel her cûre zext û tundiyê bi dest xistin ji holê bê rakirin, desthilatdariya AKP-MHP’ê her cûre hîle kir. Yên ku hatin tespîtkirin û nîşandan, beşeke piçûk a rastiyê ye. Li Kurdistanê bi sed hezaran deng hatine betalkirin, ewqas jî li ser hesabê partiyên cuda hatine nivîsandin û bi vê rêbazê, hewl hate dayîn ku dijminê Kurdan MHP a faşîst xurt bê nîşandan. Lewma encamên rasteqîn ên hilbijartinê ne mîna yên eşkerekirî ne. Faşîzma AKP-MHP’ê pêvajoya hilbijartinê bi temamî li ser dijminatiya li Kurdan û dijberiya li Kurdan meşand, hestên şoven nijadperest û neteweperest sor kirin û bi dijwariya li Kurdan hewl da bandorê li girseyên gel bike. Li Tirkiyeyê hezeyanên faşîst şoven bi temamî nehatibin qedandin jî têkiliya erênî ya gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê paşerojê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê zemîneke gelekî girîng û xurt nîşan dide. J xwe gelê Kurd û hêzên demokratîk şoreşger ên Tirkiyeyê bi feraseta tifaqa demokratîk tevlî hilbijartinê bûn, ev yek jî bû faktora herî girîng a encama serketî ya hilbijartinê.

Helbet, bi karekî xurttir, encamên erênîtir dikarîbû bihatina bidestxistin. Şert û mercên vê yekê, her wiha amûrên wê jî hebûn. Lê belê nêzîkatiyên teng bûn sedem ku encameke mezintir bi dest nekeve. 

Bêguman têkoşîna çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û rizgariya Kurdistanê wê bi xurtî bê meşandin. Li Tirkiyeyê teqez faşîzm wê hilweşe û Tirkiye demokratîk bibe. Siberoja Tirkiye û Kurdistanê wê ji aliyê gelan, hêzên demokrasiyê û têkoşîna jinan ve bê diyarkirin. Encamên hilbijartinan bi awayekî zelal nîşan didin ku ev yek wê bibe. Bi vê baweriyê em careke din encamên serketî li gelê welatparêz ê Kurdistanê, jin û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê pîroz dikin, silavên xwe dişînin û serketinê ji wan re dixwazin.”

BEHDÎNAN