Dor a Berlînê ye

Sêşem 3 Tebax 2021 - 04:01

Çalakgerên ‘Nobeda Azadiyê ya Ocalan’ vê hefteyê ji Berlînê ne.

Nobeda Azadiya Ocalan di hefteya 476’an de ye. Çalakiya vê hefteyê ji aliyê koma ji paytexta Elmanya Berlînê ve hatine, hate dewirgirtin.

Mevlût Ince, Mazlûm Karagoz, Veysî Oruç û Mûstefa Yorganci di komê de cih digirin.

Ji çalakgeran Mevlût Înce got, heta Ocalan azad nebe, ew azad nabin û wiha axivî: ‘’Gelê Kurd berxwedanê wê teqez bigihêje azadiya xwe. Li dijî şerê topyekun divê gelê Kurd topyekûn li ber xwe bide. Em bêdengiya Ewrûpa ya li hember êrîşên li ser Kurdan şermezar dikin. Berxwedana gerîla ya zindanan silav dikin û dibêjin Rêbertî xeta me ya sor e. Xwedî li nobedê derkevin.’’  STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.