Dola Pirje û belekiyên berfê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 14 Tîrmeh 2022 - 22:48

  • Dola Pirje di havînê de bi kevî û belekiyên berfê, kanî, rûbar û sûlavkên xwe cihekî hezjêkirî ye ji bo geştiyaran.

Dola Pirje di havînê de bi kevî û belekiyên berfê, kanî, rûbar û sûlavkên xwe cihekî hezjêkirî ye ji bo geştiyaran.

Pirje herêmeke geştiyariyê ya hênik, bi berf û têr ave. Salane bi hezaran kes di havînê diçin serdana herêmê. Pirje li nêzî gundê Wêze yê Çomanê ya ser bi Hewlêrê ye. Di heman demê de dikeve binarê çiyayê Qered û hevsînor e li gel bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê.

Pirje bi kevî û belekiyên xwe yên berfê, sûlavk, kanî û rûbarên xwe navdar e. Ava dola Pirje ji ber ku gelekî cemidî ye, kes nikare zêde tê de îdare bike.

Geştiyar Dana Birahîm cara yekê ye ku diçe serdana herêmê; ew dibêje, “Min her nav û dengê vê herêmê bihîstibû û dîmenên wê yên xweşîk dîtibûn, lê niha min bi çavê xwe jî dît, bi rastî gelek xweşîk e.”

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.