Dokûmantera Rojava

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 18 Mijdar 2023 - 00:51

Dokûmantera 'Bombeya Eyarkirî ya Sûriyeyê' ku di nava sê salan de hate amadekirin, bi 11 zimanan li qanalên mezin ên cîhanê hate weşandin.

Temaşevan wê êdî karibin bi zimanên Îngilîzî, Elmanî, Spanî, Hindî, Erebî, Peştûyî, Farsî, Portekîzî, Fînî, Kurdî û Tirkî li fîlmê temaşe bikin.

Dokûmantera ku Kawa û Gulan Akrawî derhênerî jê re kirin ji aliyê qanala televîzyonê ya Elman WDR ve hate çêkirin. Fîlm destpêkê di bernameya navdar a WDR 'Die Story' de bal bire ser xwe û ji hingî ve li qenalên televîzyonê yên Ewropayê tê nîşandan. Ji 16'ê Mijdarê û pê ve jî li Deutsche Welle DW li tevahiya cîhanê hate weşandin.

Dokûmantera 'Bombeya Eyarkirî ya Sûriyeyê' li ser Apple TV, Amazon Prime, Google Play û Vimeo on demand (Bi versiyona Tirkî) dikare bê temaşekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.