Doktorê şervanan wefat kir

În 15 Cotmeh 2021 - 02:54

  • Dr. Nûr el-Dîn Mûsa yê ku şervanê Tevgera Azadiya Kurdistanê derman dikirin, jiyana xwe ji dest da. 

Dr. Nûr el-Dîn Mûsa yê ku şervanê Tevgera Azadiya Kurdistanê derman dikirin, jiyana xwe ji dest da. 

Bajarê Qamişloyê pêr yek ji xizmetkarên şoreşê û şervanan Nûr el-Dîn Mûsa ku di nava şêniyên bajêr de bi navê “Bavê Hozan” tê nasîn, veşart.

Nûr el-Dîn Mûsa sala 1962’an li gundê Kerdîwan ê navçeya Amûdê ji dayik bû. Piştre berê xwe da bajarê Qamişlo. Mûsa sala 1984’an xwendina xwe li Peymangeha Tenduristiyê kiriye. Bavê Hozan, zewicî ye û 3 zarokên wî (Hozan, Dilyar û Şêrzan) hene.

Nûr El-Dîn Mûsa di salên wê yên destpêkê de Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê nas dike û ji sala 1985’an û vir ve şervanên Rojava derman dikirin.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, Mûsa xizmeta şoreşê û şervanên YPG/YPJ’ê û QSD’ê dike. Ew bi şervanan re li eniyên pêş cihê xwe digire û wan li nexweşxaneyan derman dike. Ruxmî ku rewşa wî ya tenduristî xirab bû jî, di xizmetkirin û alîkarîdayînê de ti carî texsîr nekir.

Mûsa tevî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li hemû eniyên şer cihê xwe girtiye. Bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê re berê xwe da Efrînê da ku alîkariya tenduristiyê bide gel û şervanan. Li bajarê Serêkaniyê jî heman alîkarî pêşkêş kir.

Bi damezirandina Nexweşxaneya Şehîd Xebat re di destpêka şoreşê de, Mûsa di karê tendirustiyê de xebitî. Li kêleka karê xwe yê mirovî, her wiha wî xwendekar perwerde dikirin ji bo ku kadroyên tenduristiyê amade bike.

Mûsa ku nexweşiya gurçikan pê re hebû, di demên dawîn de rewşa wî ya tenduristiyê xirab bû. Beriya hefteyekê ew ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Dar El-Şîfa ya li Şamê. Piştî ku rewşa wî ya tenduristiyê pirr xirab bû, Mûsa doh jiyana xwe ji dest da.

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.