Doh talan îro mihrîcan!

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 8 Cotmeh 2022 - 03:05

  • Di vê krîza aborî de bi mesrefeke mezin mihrîcan li Bakurê Kurdistanê tên lidarxistin. Em baş pê dizanin ku ev mihrîcan ji bo avakirina hafizeyeke nû û bişaftinê tên kirin. Weke pêkhate û parastvanên vê mîrasê, daxwaza me ew e ku Baxçeyên Hewselê û derdora wê, Çemê Dîcleyê, bircên dîrokî û Qada Sît a Sûrê bi qanûnan bên parastin.

Baxçeyên Hewselê yên li Amedê bi dîrok û xwezaya xwe, sedan salan ji niştecihên Amedê re bûye jîngehek û meriv ji xeynî ku ji wir fêkî û zebzeyan bixwin, her wiha ewder bûye cihê bêhnvedanê jî û xelk li ber qeraxên çemê Dîcle bêhna xwe jî vedidin. Her wiha bi sedan cûreyên fêkî û heywanan li van baçeyan hene ku li ti deverê nayên dîtin. Lê van salên dawiyê, Baxçeyên Hewselê bi talanê re rû bi rû mane û heger rewş wiha bidome, baxçeyên mayî jî wê talan bibin û Hewsel heta hetayê tine bibe! Dewleta Tirk, piştî ku taxên Sûrê hilweşandin û ew talan kirin, niha jî hewl dide bi riya mihrîcanan û çalakiyên çandî vê talana xwe bide jibîrkirin. 

Ji bo bala xelkê bibe ser vê xetereyê, doh na pêr, Odeya Avahîsazan a Amedê, Şaxa Odeya Endezyarên Zîraetê ya Amedê, Komîsyona Hiqûqa Hawirdor û Bajar a Baroya Amedê û Komeleya Ekolojiyê li Odeya Avahîsazên Amedê “Rapora Baxçeyên Hewselê ya 2022’yan” parve kir. Bi dirûşmeya “Serî talan binî talan” û “Doh talan îro mihrîcan” rapor hate xwendin. 

 

‘Bi ‘qaçaxî’ vî karî didomînin’

Di raporê de hat bibîrxistin ku li dinyayê nimûneyên baxçeyên bi vî rengî ku ji gelek şaristaniyan re bûne wargeh, kêm in û ew di heman demê de cih û warên bîrê ango hafizayê ne jî. Lê ev mekan her diçe ji holê radibin. Di raporê de ya ku Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Zîraetê ya Amedê Samet Ucaman xwend, hat gotin, “Bi hatina qeyûman re derûdora Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcleyê bûye cihê rant û talanê. Tişta ku niha li wir pêk tê, sûc e. Li Sûrê jî 6 tax hatin wêrankirin û xwestin kes li vir nemîne. Bêyî ku destûrê wergirin di navbera Sûr û Baxçeyên Hewselê de “Baxçeyên Milletê” çêkirin û li hawirdora Pira Deh Derî bi peyzajeke nû gelek kafe hatin vekirin. Her wiha DSδyê jî qeraxên Çemê Dîcle bi keviran tije kir. Tiştên ku li wir pêk hatine bi mahkemeyan jî hate qedexekirin û niha ew bi awayekî ‘qaçax’ vî karî didomînin. Dagirkirina qeraxên Çemê Dîcleyê, niha ber bi Baxçeyên Hewselê ve diçe û dixwazin baxçeyên heyî jî talan bikin.”

 

‘Îmzeya xwe nas nakin!’

Li gel ku “Qada Peyzajê ya Çandî ya Baxçeyên Hewselê û Keleha Amedê” sala 2015’an weke Mîrasa Cîhanê ya UNESCO’yê hat qebûlkirin jî ev talan didome. Tirkiyeyê jî di sala 1983’yan de projeya UNESCO’yê ya Peymana Parastina Mîrasên Xwezayê û Çanda Cîhanê îmze kiriye. Tevî peyman û biryarên navneteweyî jî ew hewl didin Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê dagir bikin û xwezaya wir biguherînin.

 

Mihrîcanên li dijî bîra civakî

Di raporê de hat gotin, qeyûm bi rêya festîvalan dixwazin hafizeyeke nû bi civakê re çêbikin: “Di vê krîza aborî de bi mesrefeke mezin mihrîcan tên lidarxistin. Em baş pê dizanin ku ev mihrîcan ji bo avakirina hafizeyeke nû û bişaftinê tên kirin. Weke pêkhate û parastvanên vê mîrasê, daxwaza me ew e ku Baxçeyên Hewselê û derdora wê, Çemê Dîcleyê, bircên dîrokî û Qada Sît a Sûrê bi qanûnan bên parastin. Em dixwazin pêşî li ber destwerdanên ziyanê digihînin xweza, çand û dîrokê bê girtin. Em ji bo parastina qadên xwezayî û çandî bang li gelê xwe, rayedaran û saziyên civaka sivîl dikin da ku xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin.”

 

‘Dar birrîn û baxçe kirin çolistan’

Akademisyen Zekî Kanuay ji Zanîngeha Dîcleyê beşa Çandiniyê hatibû dûrxistin; wî jî li ser rewşa dawî ya Baxçeyên Hewselê bi dîmen hin tişt nîşan dan û got; “Li Hewselê bi tevahî 607 cûreyê florayê hene. Di nav van de gelek kûsî, req, çûk û heywanên din hene. Lê her diçe zirar li vê florayê dibe û cûreyên heywanên li wir kêm dibin. Berê Hewsel ji gelek baxçeyên piçûk pêk dihat lê di van salên dawiyê de êdî ew baxçeyên piçûk ji holê radibin û hemû baxçeyan dikin yek baxçe. Bi çandina garis ewder edî dê ne weke baxçe û zevî werin bikaranîn. Yanî Hewsel taybetmendiya xwe ya “baxçe” ji dest dide. Kesên ku li wir baxçe û zevî tov dikirin jî ji ber malên wan yên li Sûrê hatin hilweşandin, tevan koç kir û niha weke berê nikarin bi zeviyên xwe re mijûl bibin. Esas, wan bi van ‘baxçeyên millet’ her der bi betonê dagirt. Bi hezaran dar birrîn û baxçe kirin çolistan.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.