Amedê Newroza ‘Ji Ocalan re azadî’ pîroz kir

În 22 Adar 2024 - 00:55

  • Nêzî milyonek kesên ku li meydana Newrozê ya Amedê, li dora agirê Newrozê mîna zarên êgir li hev kom bûn, bi yek dengî, bi yek rihî û bi yek bedenî Newroza ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ pîroz kirin.

Kurdan careke dî bi dengekî bilind nîşan dan ku Ocalan tekane temsîla vîna wan a netewî û azadiyê ye, ji Rêberê xwe re azadî xwestin û bi zelalî daxwaz kirin ku pirsa Kurd tenê bi naskirina statûya Kurdistanê çareser dibe. 

Li Amedê Newroz bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li Parka Newrozê bi tevlêbûna milyonek mirovî hate pîrozkirin.

Newroza Amedê ya bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştî peyam hatin xwendin dayikên Nobeta Dadê derketin ser dikê û gel silav kirin. Dayikan bi dirûşmeya, ‘’Bijî berxwedana zindanan’’ bal birin ser greva birçîbûnê ya li zindanan’’ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan didome. 

Piştre girseya ku qad tijî kiribû Agirê Newrozê geş kirin. Saet li 11:50’î agirê Newrozê li qadê hatê vêxistin. Çawa ku agirê Newrozê hate vêxistin bi carekê re dilgermiyekê xwe li gel pêça û bi têhna êgir meydan geş bû.Girseyê piştî agirê Newrozê geş kir, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk, anî ziman ku ew sê tiştan dixwazin û wiha got: “Em berî her tiştî yekîtiya gelê kurd, dixwazin. Piştre çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk dixwazin. Herî dawî dîsa ji bo azadiya gelê kurd azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan dixwazin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulistan Kiliç Ûçar, hate ser dikê, bang li sed hezaran kesên hazir ên li meydana Newrozê kir. Ûçar, a bi zaravayê kirmanckî yê Kurdî axivî, Newroza gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir. Ûçar, destnîşan kir ku Newroz wijdan, berxwedan û azadî ye. 

Namzeta Hevşaredariya Amedê Serra Bûcak Newroza siyasetmedarên jin ên girtî pîroz kir, anî ziman ku li Ameda ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin wê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin Enqereyê. Bûcak, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila ev Newroz bibe wesîleya yekitiya netewî ya kurdan û aştiyeke mayînde.”

Namzet Dogan Hatun jî:got “Em ê di 31’ê Adarê de ewilî xwedî li sindoqan derkevin. Em bersiveke wiha bidin dagirkeran ku êdî nikaribin careke din vîna me xesp bikin. Em ji gelê xwe bi bawer in.”

Berdevka Meclîsa TJA’yê Aynûr Sarica jî axivî û got,’’Em bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî' ber bi civakeke azad ve dimeşin. Dê têkoşîna azadiyê ya jinan heta dawiyê bidome. Hewl didin têkoşîna me ya azadiyê asteng bikin. Lê belê em natirsin û dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome.”

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek li dikê nirxandinên berê ya Rêber Ocalan ên têkilî Newrozê xwend. Dema ku name hate xwendin bi sed hezaran kesî bi hev re gotin,’’Bijî Serok Apo’’.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.