DMME'yê Tirkiye mehkûm kir

În 9 Îlon 2022 - 22:30

  • DMME'yê di dosya Fehîme Ete de Tirkiye mehkûm kir. Dewleta Tirk ji ber pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, cezayê girtîgehê li Ete birrîbû.

DMME'yê di dosya Fehîme Ete de Tirkiye mehkûm kir. Dewleta Tirk ji ber pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, cezayê girtîgehê li Ete birrîbû.

Li gorî nûçeya JINNEWS'ê, li Sêrtê di 4'ê Nîsana 2006'an de têkildarî 9 endamên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û Komeleya Malbatên Hikumxwaran bi hinceta ku rojbûna Ocalan pîroz kirine, bi îdîaya "propaganda rêxistina derveyî qanûnê yan jî armanca wê kirine, pesnê sûc û sûcdaran dane' ketin ber dozê.

Ji 9 kesan 8 kes, hatin girtin û Fehîme Ete ya ji heman dosyayê ji ber ku nehate dîtin, nehate girtin. 8 kes piştre hatin berdan. Dadgehê li 9 kesan 10 meh cezayê hepsê birrî. Îtirazên li hemberî cezayan hatin kirin, hatin redkirin.

Parêzera Ete, Reyhan Yalçindag Baydemîr ji ber ku rêyên hiqûqa navxweyî qediyan miracaetî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) da.

DMME'yê li ser miracaeta beriya bi du rojan, biryar da.

Dadgehê ragihand ku pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan û birrîna pastayê, nabe ku bê cezakirin, cezakirina vê yekê binpêkirina azadiya îfadeyê ya xala 10'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê ye. DMME'yê biryar da ku Tirkiye 2 hezar Euro tezmînata manewî bide Ete. Her wiha biryar da, ku hezar û 500 Euro lêçûnên dadgehkirinê jî Tirkiye bide.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.