Ji ber peyva “Kurdistanê” li Parlamenterê HDP’ê yê berê Osman Baydemîr cezayê disiplînê û yê pereyan hatibû dayîn. DMME’yê ji bo vê cezayê got, “binpêkirina azadiya xweîfadekirinê” ye. 

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Osman Baydemîr di sala 2017’an di axaftineke xwe ya li Meclisê de gotibû “Kurdistanê”. Bi vê hincetê jî cezayê disiplînê yê pereyanl li Baydemîr hatibû birîn. Li ser vê yekê Baydemîr serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) dabû. DMME’yê têkildarî serlêdanê biryara xwe da. Bi piraniya dengan hate gotin ku cezayê li Baydemîr hatiye birîn, binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê ye. 

Dadgehê da zanîn ku bi vî cezayî re xala 10’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê (PMME) hatiye binpêkirin û xwest ku dewleta Tirk 16 hezar û 957 hezar euroyan tazmînatê bide Baydemîr. 

 

Baydemir gotibû çi? 

Parlamenterê HDP’ê yê berê û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Osman Baydemîr, di kanûna sala 2017’an di hevdîtinên bûdçeyê yên Meclisê de wiha gotibû: “Ez weke kesekî Kurd, weke nûnerekî ji Kurdistanê hatime, daxwaza min ew e ku ev sîwaneye bibe sîwaneya hevpar a Tirk û Kurdan.” Li ser vê yekê Wekîla Serokê Meclisê Ayşenûr Bahçekapali ji Baydemîr pirsa; “Kurdistan ku der e?” kir. Baydemîr jî destê xwe danî ser dilê xwe û got: “Kurdistan ev der e.” 

Ji ber peyva “Kurdistanê”, cezayê bi awayekî demkî derxistina ji meclisê ji bo Baydemîr hate teklîfkirin. Li ser vê yekê cezayê ji bo 2 rojan derxistina Baydemîr ji Lijneya Giştî hate dayîn. Yekî ji AKP’ê ku rûniştin birêve dibir ji Baydemîr re got; “Ji kerema xwe ji lijneyê derkevin.” Baydemîr jî nîşaneya serkeftinê kir û ji lijneya giştî derket. Ji ber cezayê hatiye dayîn, 12 hezar lîre ji mûçeyê Baydemîr hate birîn. Li Meclisê ev ceza cara ewil li Baydemîr hatibû birîn.

NAVENDA NÛÇEYAN