Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) biryar da ku lazim e Letonya û Lehistan alîkariyê bidin penaberên ku di navbera sînorê herduyan û Belarusê de asê mane.
Çarşema bihurî DMME'yê ji Lehistan û Letonyayê xwest alîkariyê bide penaberên asê mane û vê jî bi lez bikin. Mohleta herdu dewletan ji bo bicihanîna biryarê heta 15'ê Îlonê ye.
Ev penaber di navbera Lehistan û Belarusê de xwe li cihekê demkî danîne û ji du hefteyan ve li wir asê mane. DMME'yê xwest Lehistan û Letonya xwarin, av, cilûberg, derman, xizmeta siheta canî û heke mumkin be stareke li gorî insanan bidin penaberan. Dadgehê li gorî prosedureke hewarê ev biryar da, lewma "tehlûkeyeke bi rastî ya zirarên mirov nikare baş bike" hebûye.
Ev penaber ji Efxanistan û Başûrê Kurdistanê ne. 32 Efxan û 41 Kurdên ji Başûr. Belarus nahêle ev penaber vegerin nav erdên wê, Letonya û Lehistan jî wan nahewînin, û ji ber vê penaber asê mane li ser sînor.
Serokwezîrên Estonya, Letonya, Lîtwanya û Lehistanê bi daxuyaniyeke hevpar îdîa kirin ku ev pêla penaberan bi destê rejîma Belarusê ya Alexandre Loukachenko ve hatiye plankirin.
Hikûmeta Lehistanê ya muhafezekar û neteweperest red dike ku alîkariyê bide penaberên hewce yên li ser sînor asê manê.
STRASBOURG