Dizîn û li kantînê firotin
Pêncşem 20 Çile 2022 - 09:22
- Dewleta Tirk a dagirker, di hepsan de jî êriş û zilma xwe ya li dijî girtiyên Kurd kêm nake. Li Panos û Gumuşhaneyê, ev dewlet diziya girtiyên siyasî dike û heta malê diziyê li kantînê ji nû ve difiroşe.
Hat zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Panosê, bi muameleya xerab û zextan re rûbirû mane û kelûpelên ji kantînê kirrîne hatine desteserkirin. Li Girtîgeha li Gumuşhaneyê jî 6 girtiyan ji ber desteserkirina kelûpelên xwe dest bi greva birçîbûnê kir.
Hat zanîn ku gardiyanan li Girtîgeha Panosê ya Tîpa L’yê bi ser qawîşa girtiyên bi navê Nîhat Turan, Hummet Denîz, Muhlîs Denîz, Erol Aktan, Ferît Yilmaz, Remzî Koca de girtiye. Ev serdegirtin di 12’ê Çile de bi hinceta lêgerînê, pêk hatiye.
Gardiyanan bi ser qawîşên B1, B2, B5, B6 de girtiye û lêgerîn pêk anîn. Wan piştre kelûpelên ku girtiyan ji kantînê kirrîbûn, desteser kirin.
Girtiyan hewara xwe gihand HDP´ê
Girtiyan giliyê vê bûyerê li cem parlamentera HDP´ê Gulistan Kiliç Koçyigit kiriye. Girtiyan di miracaeta xwe de gotiye, kelûpelên hatine desteserkirin dîsa birine kantînê û li wir firotine. Di lêgerînê de girtiyê bi navê Nîhat Tûran hatiye kelemçekirin û gardiyanan ew deverû avêtine erdê.
Bila lêkolîn bê kirin
Parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît jî ji bo ev binpêkirinên mafên girtiyan werin lêkolînkirin pêşniyazname da Wezareta Dadê ya Tirk û xwest ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bersivê bide. Gulistan Kiliç Koçyîgît wekî din miracaetî Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê jî kir û xwest Komîsyon ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Panosê bicive û li girtîgehê lêkolînê bike.
Li dijî êrişan di grevê de ne
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê, li dijî pêkanînên kefî yên rêveberiya girtîgehê û êrişan, ev 6 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Girtiyên li vê hepsê Îlhan Reşît û Hamza Arzuman sala 2015’an, di dema êrişên li dijî xwerêveberiyê yên li navçeya Şirnexê Silopoyayê de hatibûn girtin û 36 sal cezayê hepsê li wan hatiye birrîn. Ew bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivîn û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Girtiyan, da zanîn ku li dijî pêkanînên kêfî yên rêveberiya girtîgehê wan dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Îlhan Reşît, ji malbata xwe ya li Şirnexê re got, gardiyanan hemû amûrên wan desteser kirine û ji bo şermezarkirina vê yekê wan jî dest bi greva birçîbûnê kiriye: "Gardiyanan bi ser qawîşa me de girt û radyo, makineyên traşê û gelek tiştên din desteser kirin û em avêtin hucreyê. Me jî ev qebûl nekir û em ketin greva birçîbûnê. Ev 6 roj in em di greva birçîbûnê de ne."
Îlhan Reşît, bang kir xelk hestiyar be û xwest ku saziyên mafên mirovan serdana wan bikin û têkildarî mijarê lêkolînê bidin destpêkirin.
ENQERE/ŞIRNEX