• Kongreya diyaloga Erebî – Kurdî li paytexta Urdunê Emanê bi dirûşmeya "Ereb û Kurd: Diyalog rêya siberoja hevbeş e" hate lidarxistin.

Kongreya diyaloga Erebî – Kurdî li paytexta Urdunê Emanê bi dirûşmeya "Ereb û Kurd: Diyalog rêya siberoja hevbeş e" hate lidarxistin. Armanca kongreyê ew bû ku rêbazên xurtkirina têkiliyên di navbera Kurd û Ereban de peyda bike. Kongre bi daxuyanî û hin pêşniyazan, bi dawî bû. 

Navenda El-Qudis a Lêkolînên Siyasî û Komîteya Înîsiyatîfa Kurdî – Erebî di nava KNK`ê de, kongreya diyaloga Erebî – Kurdî û rêbazên xurtkirina wê li Umanê dawiya hefteyê li dar xist. Bi dehan kesayetên ji Urdun, Filistîn, Misir, Lubnan, herêma Başûrê Kurdistanê û Ewrûpayê beşdarî kongereyê bûn.

Di kongreyê de Navenda El-Qudis a Lêkolînên Siyasî mamoste Erîb El-Rentawî, endamê komîteya înîsiyatîfa Kurdî – Erebî di nava KNK`ê de mamoste Refîq Xefûr axivîn. Di kongreyê de 3 beş hatin nîqaşkirin. Kongreyê bi daxuyaniyeke hevpar bi dawî bû:

"Di vê pêvajoya dîrokî û girîng de ku herêma Rojhilata Navîn di nava şer û nakokiyan de ye, da ku destketiyên gelên herêmê ji aliyê dewletên bi hêz û projeyên berferehkirinê nexin bin serweriya xwe, me kongreya xwe li dar xist. Lidarxistina kongreyê li Emanê diyar dike ku armanca wê diyalogên avakar di navbera pêkhateyên cûda yên herêmê de ye.

Kongreyê îşaret bi diyaloga çandî di navbera gel û baweriyên li herêmê de kir.

Kongreyê girîngî da projeya Neteweya Demokratîk û dewleta welatîbûnê ku di avakirina siberojeke xweş li herêmê de esas were girtin.

Ji bo bipêşxistin û parastina nirxên çandî, demokrasî, civakî û siyasî yên hevbeş ji gelên herêmê re, dixebite.

Destekê dide doza jin û wekheviya bi mêr re di her warî de.

Sîstemên yekperest, dîktator, yek partî, siyaseta navendî rêbazên ku di avakirina dewleta welatbûnê de li gorî nasnameya niştîmanî, têk çû.

Demokrasî, federalî û nenavendbûn misogeriya bipêşxistina azad ji welat re ne.

Yek ji pêdiviyên dewleta welatbûnê ya nûjen, têkiliya di navbera gelên Ereb û Kurd de ye. Ew jî ji ber dîrok, çand û çarenûsa hevbeş e.

Divê kongre û diyalog di navbera gelên Ereb û Kurd de werin lidarxistin û tê de ciwan û jin bi awayekî berfireh hebin." 

ANHA/EMAN